Baroya Amedê li dijî sûcên şer yên li Sûriyeyê wê serî li UCM’ê bide

  • 10:27 17 Çile 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Cigira serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk da zanîn ku wê li dijî sûcên şer yên li Sûriyeyê yên li hember jin û gelan serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bidin.
 
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku di 6’ê Çile de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin destpêkirin didomin. Di êrîşan de bi sedan kes hatin qetilkirin, revandin û bi hezaran malbat hatin koçberkirin. Li dijî êrîşan bêdengiya saziyên mafên mirovan didome. Baroya Amedê li dijî êrîşan, sûcê şer û binpêkirina mafan serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî da.
 
Cigira serokê Baroya Amedê  Şîlan Çelîk da zanîn ku tiştên tên jiyîn sûcê mirovahiyê ye û got ji ber Peyman Civakî li Sûriyeyê neketiye jiyanê û rêveberî hîna demkiye, mekanîzmayên biryarê xitimandine, krîza li welat her diçe giran dibe. Şîlan Çelîk ev tişt anî ziman: “Bi salane li Sûriyeyê şer heye. Li wir bi guherîna rejîmê re hikûmeta demkî hat avakirin. Bi vê re li Sûriyeyê  dihat payîn ku nasname bên gel hev.  Ev rewş bendeariya gelê Sûriyeyê bû. Lê em dinêrin ku ji destpêkê de lihevkirinek tuneye. Ji bre peymanek komî nehat kirin  mixabin pirsgirêkên mezin jî bixwe re anî.Ji ber qad ji êrîşan re vekirî ma.”
 
Bêcezahiştin giran dibe: Kurd û Elewî di hedefê de ne
 
Şîlan Çelîk  destnîşan kir ku serlêdanên  li dijî êrîşan li saziyên navneteweyî hatine dayîn bê encam dimînin û ev jî bêcezahiştinê mezin dike. Şîlan Çelîk wiha daxuyand: “Li dijî êrîşan serî li dadgeha ceza navneteweyî û gelek cihên din hat dayîn. Lê tu encamnehat girtin. Ji ber encamek nayê girtin jî bêcezahiştin giran dibe. Bi taybet der barê komkujiyên li hember Elewiyan de serlêdan hatibû kirin. Ji wir jî hîna bersivek nehatiye dayîn. Ji ber pêşketineke tuneye mixabin Kurd bi êrîşan re tên rû hev.
 
‘Sûcê şer tê kirin’
 
Şîlan Çelîk daxuyakirin ku tevî xalên peymana Cenevreyê êrîş pêk tên û  hêzên êrîşan pêk tînin jî bi bêcezahiştinê tevdigerin û got bêdengiya rayagiştî jî van sûcan rewa dike. Şîlan Çelîk wiha dawî li axaftin axwe anî: “Êrîş piranî li hember gelê sivîl tê kirin. Li hember gelan jin û zarokan sûcê şer tê kirin.  Pêşîgirtin tuneye. Bêcezahiştin heye. Divê ev bêcezahiştin demildest ji holê bê rakirin. Pêşî li van sûcan bê girtin. Emê li dijî binpêkirin amaf serî li Dadgeha Ceza Navneteweyî bidin.”