Aktîvîsta Îranî Fatma Kerîmî:Yekane daxwaza gel komara demokratîk e
- 10:45 17 Çile 2026
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Aktîvîsta KHRN’ê Fatma Kerîmî geşedanên li Îran û Rojhilat nixand û balkişand ser tevlibûna jinan a çalakiya ‘jin jiyan azadî’ û got: “Yekane daxwaza gel komara demokratîk e.”
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji 28’ê Kanûna 2025’an heta çalakiyên li dijî krîza aborî, siyasî û civakî hatin destpêkirin didomin. Piştî çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ ku piştî jina Kurd Jîna Mahsa Emînî di 16’ê îlona 2022’an de hat qetilkirin şûnde hat destpêkirin, çalakî li seranserê welat belav bûn. Piştî vê çalakiyên ji ber krîz arejîmê destpêkirin jî li 31 bajar û 187 bajar û 614 cihên xwecihbûnê belav bû. Her wiha heta niha 55 zanîngeh tevli çalakiyan bûn.
Li gorî HRANA di 18 rojan de 18 hezar û 434 kes hatine binçavkirin, herî kêm 2 hezar û 304 kes hatine qetilkirin û hezar û 134 jî birîndar bûne. Her wiha tê îdiakirin ku ji 12 hezarî zêdetir kes jî hatine qetilkirin.
Aktîvîsta Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network-KHRN) Fatma Kerîmî geşedanên li Îran û Rojhilat ji ajansa me re nirxand.
‘Çalakî li Kirmanşah û Îlamê dest pê kirin’
Fatma Kerîmî da zanîn ku çalakî ji sûka Tehranê dest pê kirine û çalakî bi krîza aborî dest pê kirine. Fatma Kerîmî got: “Gelê Îran û Rojhilat bi krîza aborî re hatine rû hev. Roj bi roj nirxa her tiştî li dijî dolar û Euro diguhere. Ji ber vê gel nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Çalakkî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdisanê belav bûne. Ewl li Kirmanşan û Îlamê hatin destpêkirin.”
‘Jin jiyan azadî bû nasnameya serhildanê’
Fatma Kerîmî daxuyakirin ku berxwedanên ‘jin jiyan azadî’ yên piştî qetilkirina Jîna Emînî rû dane bûye nasnameya serhildanê û serhildana ‘jin jiyan azadî’ li dijî zilma li ser jinan hatiye destpêkirin. Fatma Kerîmî destnîşan kir ku wek berxwedanên berê li Sîne, Seqiz, Mehabad, Merîvan û Bûkan hatine destpêkirin, tevlibûn zêde nîne û wiha dirêjî dayê: “Vê carê Kurd zêde tevli çalakiyan nebûn. Sedema vê jî ev bû ku kurê Muhammed Riza Pehlevî, Riza Pehlevî wek alternatîfa li dijî rejîmê hat nîşandan. Yên azadî dixwazin û demokratan erênî li van protestoyan mêze nekir. Ji ber vê jî em nikarin bêjin ku ev çalakî ji sedî sed berdama ‘jin jiyan azadiye’. Peyamên van protestoyan cuda ne.”
‘Gelek kes hatin qetilkirin, înternet hat birîn’
Fatma Kerîmî diyar kir ku rejîma îslamî dîtiye ku mirov diherikin kolanan û got:” Wek berxwedan ‘jin jiyan azadî’ rejîmê bi çavsorî êrîşê mriovan kir. Li her derê welat înternet hat birîn. Di êrîşan de gelek kes hatin qeitlkirin. Çalakî li gelek deverên Îranê belav bûn. Li Kirmanşanê û navçeyên wê gundê wê li Îlamê çalakî belav bûn. Berxwedanên mezin hatin nîşanda. Di 18 rojan de li Îranê çalakî pir zêde belav bûn.”
‘Gel bi girseyî tevli dibe’
Fatma Kerîmî bi lêv kir ku di berxwedanên hatine jiyîn de gelê Rojhilat pir berxwe daye û bi girseyî di çalakî û prtestoyan de c ih girtine. Fatma Kerîmî di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Agahiyek tam zelal tuneye lê tê îdiakirin ku 12 hear kes hatine qetilkirin. Îran peyama ‘em mirovan dikujin hûn nikarin tiştekî bikin’ dide DYA û welatên Ewropa. Rejîm bi awyaekî tund bi ser gel de diçe û qetil dike. Tevlibûna jinan a çalakiyan gelek girînge. Yek ji mijar adin ya girîng eve ku çapemeniyê ev çawa girtiye dest. Belê gelek jin tevli çalakiyan bûn. Di çalakiyan de jin hatin qetilkirin. Lê tenê bi tevlibûna jinan ev protesto nagihêjin armanca xwe. Hinek aliyên bi ‘jin jiyan azadî’ û azadiya jinan bawer nakin hewl didin van çalakiyan veguherin berjewendiyên xwe. Lê daxwaza rastî a gel komarek demokratîke. Ev 47 sale li Îranê ev cînayet tên kirin û mirov tên qetilkirin.”








