8’emîn salvegera Goristana Xerzanê: Dilê me li Xerzanê lêdide
- 09:05 16 Kanûn 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Heşt sal piştî êrîşa li ser Goristana Xerzanê, gelek ji wan cenazeyan hîn nedane malbatên wan. Dayikên Aştiyê derbarê êrîşê de gotin, "Çi dikin bila bikin, dilê me bi wan re ye û li Xerzanê lêdide."
Goristana Xerzanê, ku li taxa Olaka Jorîn a Bêdlîsê ye, di êrîşeke di navbera 8-17’ê Kanûna 2017’an de hate hilweşandin. 267 cenazeyên endamên PKK’ê di 19’ê Kanûna 2017’an de ji goristanê hatin derxistin. Ji bo demek dirêj, cihê cenazeyan nediyar bû, lê di 2’ê Çileya 2018’an de, daxuyaniyek ji aliyê Walîtiya Bêdlîsê ve hate dayîn ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê.
Derket holê ku cenaze, piştî demekê li Saziya Tiba Edlî hatine girtin, li beşa ku ji bo kesên nenas li Goristana Kilyos a Stenbolê hatiye veqetandin, hatine veşartin. Malbatên ku dixwestin hezkiriyên xwe bistînin, nimûneyên xwînê dane. Tevî ku heşt sal derbas bûne jî, gelek cenaze hîn jî nehatine wergirtin.
Cenazeyê Dîlan piştî 61 rojan hate teslîmkirin
Bavê Dîlan Bingol Lezgîn Bîngo ê şervana YPJ'ê ku di sala 2014'an de di berxwedana Kobanî de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li heman goristanê hate veşartin, piştî ku daxwazname pêşkêşî walîtî û cendermeyan kir, hîn bû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. -Cenazeyê Dîlan Bingol piştî 61 rojan di encama têkoşîna malbatê de hate teslîmkirin û li cihê wê yê jidayikbûnê Tetwana l Bêdlîsê hate veşartin.
Piştî salekê cenazeyê Celal Ovmen hat definkinkirin
Di nav cenazeyên ku piştî êrîşê birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê de yê Celal Ovmen jî hebû.Cenaze di 5’ê Sibata 2018’an de radestî malbata wî hate kirin. Malbatê Cenaze bir gundê Sipana Jerîn ê navçeya Adilcewaz a Bêdlîsê ku malbat li wê dijiya û li wir ji nû ve hate veşartin.
10 Cenazeyên Hatine Dayîn
Di 12’ê Kanûn a 2019’an de, 11 malbatan ji bo wergirtina cenazeyên xizmên xwe serî li Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê dan. Serdozgeriya Giştî biryar da ku cenazeyan bide malbatên wan. Malbatan piştre belgeyên pêwîst pêşkêş kirin. Piştî ku prosedur qediyan, malbat di 13’ê Kanûna 2019’an de çûn Goristana Bêkesan a Kilyosê. Ji cenazeyên ku bi DNA’yê hatin tespîtkirn, tenê 10 ji wan radestî malbatên wan hatin kirin. Bi hinceta ku belgeyên pêwîst negihîştine rayedarên rêveberiya goristanê, cenazeyê Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) nedan malbata wî. Cenaze piştre di 28’ê Sibata 2020’i de bi cenazeye Cengîz Demîr (Samî) re radestî malbatê hat kirin.
Du sal piştî DNA’yê cenaze radest kirin
Di 23’ê Tîrmeha 2020’an de, cenazeyê Faydan Yeşilırmak radestî malbata wê hatin kirin. Faydan Yeşilırmak, ku di sala 2014’an de li bajarê Kobanî di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, du sal piştî ku nimûneya DNA’yê ya hatî dayîn bi DNA’ya orîjînal re li hev kir, li Goristana Yayla ya li Hapipler a navçeya Sultangaziyê hat veşartin.
Leyla Kaya
Cenazeyê Leyla Kaya di 9’ê Sibata 2021’an de, piştî hevgirtina DNA’yê bi nimûneya ku ji hêla diya wê Halide Kaya ve hatî dayîn, hat radestkirin.
Dayikên Aştiyê li ser salvegera 8’emîn a êrîşa li ser Goristana Xerzanê axivîn.
'Xwîna zarokên me li Xerzanê ye'
Dayikeke Aştiyê Mevlude Azan, diyar kir ku ew bêrêziya li hember miriyan qebûl nakin û êrîşê neexlaqî dibînin û got, "Dema ku me cara yekem êrîşa li ser Garzanê bihîst, dilê me êşiya. Ez êrîşên li ser miriyan şermezar dikim. Ew ji miriyên me ditirsin, ji ber vê yekê wan ev êrîş pêk anîn. Çi bikin bila bikin, dilê me bi wan re ye û li Xerznê lêde. Xwîna zarokên me li Xerzanê ye. Xerzan her gav ji bo me cihê şehadetê ye. Çi dibe bila bibe, em ê cenazeyên zarokên xwe biparêzin. Tevî hemû êşê jî em dîsa jî aştiyê dixwazin. Niha pêvajoyek aştiyê dest pê kiriye û divê dewlet gavê bavêje. Divê cenaze di vê pêvajoya aştiyê de werin radest kirin. Rijandina xwînê raweste."
Tevî van hemû êşan, di aştiyê de bi israr e
Dayika Aştiyê Meryem Demîr jî got, "Ew ji hestiyên zarokên me ditirsin. Ne tenê li Xerzan, lê li her derê êrîşî merasîmên cenazeyan dikin. Kurê min di êrîşa kîmyewî de şehîd bû, lê wan doz li me vekirin û pere xwestin. Pêdivî bi aştiyê heye; heke aştî hebe, cenaze nema tên. Em, wekî dayik, aştiyê dixwazin; em naxwazin dayik êdî bigirîn. Hevjînê min di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û du kurên min jî şehîd bûn, lê ez hîn jî aştiyê dixwazim."








