Li Mexmûrê meşa li dijî tundiyê: Ji bo jiyanek bi rumet têkoşîn
- 16:28 25 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê daketin qadan û diyarkirin ku wê têkoşîna jinan, têkoşîna ji nûve avakirina jiyanek bi rumet be.
Bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan meşekî girseyî hat lidarxistin.
Meş bi tevlîbûna hemu jin û xwendekarên wargehê ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber parqa Şehîd Aryen Cudî. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" hatin gotin. Herwiha wêne û posterên jinên têkoşer hatin hildan. Piştî ku meş gihişt ber parqê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat dayîn.
Fîlîz Budak di roja têkoşîna jinan a li hemberî tundutujiyê de hemu jinên têkoşer silav kir û got: “Di kesayeta hersê xwişkên Mîrabelle de rûyê rast û qirêj ê mêrê desthildatdar derket holê. Têkoşîna jinan a li beramberî qirkirin û destdirêjiyên tên pêkanîn, em dikarin bejin li ser gotina Rêber ya ku dibêje, ‘sedsala 21’an sedsala şoreşa jinê ye û jin vê şoreşê diwelidînin’, îro bi aweyek şênber di asta Cîhanî de bi pratîka jina têkoşer derdikeve holê.”
Fîliz Budak diyar kir ku sîstema desthilatdar bi êrişên xwe yên li ser jinê tevayî mirovahiyê tine dike û wiha berdewam kir: “Dewleta mêr hemu qadên jiyanê ji jinê re kiriye jehr. Ji mal û kolanê, bigre heta qadên huner, siyaset û zanistê her derî ji jinê re hatiye girtin. Ruxmê ku xwediyê zanist, hebûn, azadî û hilberandinê jine, zilam bi hêza xwe zor û talanê, yekem deshilatadariya xwe li ser jinê daye pêkanîn û bi wê re deshilatdariya xwe li ser hemu heyînên xwezayê de pêkaniye. Ev sîstema deshilatdar destdirêjî, dizî, talan û tecawizê jixwere kiriye şêweyê jiyan û bixwere civak û mirovahiyê ber bi tinebûnê ve biriye.”
Fîlîz Budak destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li hember desthilatdariyê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerdûnî dibe û wiha got: “Jina ku ketiye ferqa xwe û dibêje ez heme îro di asta cîhanî de pêşengtiya sedsalê dike. Yê ku vê di Rojhilata Navîn de daye destpêkirin Rêber Apo ye. Jixwe di nameya ku ji bo vê rojê ji bo jinan şandî jî rêhevaltî û dilsoziya xwe ya bi jinan re bi awayek vekirî daniye holê. Ji ber wê yekê têkoşîna jinan wê li hember çanda zilamsalarî û mêr-dewlet têkoşîna ji nûve avakirina jiyanek bi rumet be.”
Fîlîz Budak bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Avakirina konfederalîzma jin şert û erkê bingehîn ê li pêşiya me ye. Em cardin hemu jin û rêhevalên me yên xort ên ku li ser têkoşîna jin berxwedan dikin û hewl didin bibin layiqê hevaltiya jinê, di kesayeta Şehîd Rojhat, Erdal û Rojgeran de hemuyan bîrtînin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Herwiha em dibêjin wê soza me, wê encama têkoşîna jina azad, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”
Piştî daxuyaniyê kurteşanoyek ku ji bo girîngiya rojê hatî amedekirin hat pêşkêşkirin û çalakî bi dawî bû.









