Halîde Turkoglu: Jin pêşengên civaka demokratîk in
- 15:53 25 Mijdar 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Bi pêşengiya TJA'yê li Geverê meşek hat lidarxistin. Di meşê de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û got: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêkan e."
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê li Gevera Colemêrgê bi dirûşma "Ji bo wekhevî û azadiyê em hatin cem hev" meşek li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu beşdarî meşê bû. Di meşê de pankarta "Ji bo wekhevî û azadiyê em hatin cem hev" hat vekirin û dowizên wek “Jin jiyane jiyanê nekuje”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan. Dirûşmên wek “Bimre koletî bijî azadî” û “Jin jiyan azadî, azad bike rêbertî” hatin berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Evîn Tan axivî û bal kişand ser têkoşînan û dû re jî Halîde Turkoglu axivî.
Halîde Turkoglu, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û têkoşîna li dijî polîtîkayan. Her wiha Halîde Turkoglu di axaftina xwe de bal kişand ser pêvayoja 27'ê Sibatê de hatî destpêkirin û got: "Duh Komîsyona Parlamentoyê serdana Îmraliyê kir û gavên dîrokî hatin avêtin. Şer dide winda kirin, lê aştî dide qezenc kirin. Di destê me jinan de ye ku em nîşanî civakê bidin ka mirov çawa aştiyek bi rûmet bi dest dixe. Ger ev avakirina aştiyê pêk were, şerê giştî yê li dijî gelan û jinan jî dê bi dawî bibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya hemû girtiyên siyasî, bi taybetî jî Birêz Ocalan, pêwîst dike. Ev ne tenê daxwaza me ye; daxwaza hemû gelan e. Daxwaza ciwan û jinên ku li dijî zilmê li ber xwe didin e. Jin pêşengên civatek demokratîk in. Avakirina civatek demokratîk bi rêxistinbûnê ve girêdayî ye. Divê em bi ziman, nasnameya xwe û têkoşîna xwe xwe birêxistin bikin."
Meşa jinan bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.









