Di hevdîtina 25’ê Mijdarê de peyama rêxistibûna li dijî tundiyê
- 18:04 22 Mijdar 2025
- Rojane
DÎLOK – TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Dîlokê hevdîtina jinan pêk anî. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Haîmogullari balkişand ser girîngiya rêxistinbûna li dijî tundiyê û got wê hîn bêtir xwe rêxistin bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li taxa Şehîkamîl a Dîlokê hevdîtina jinan pêk anîn. Hevseroka Gitşî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî tevli hevdîtinê bû.
Adîle Fîdan ya TJA’yî di hevdîtinê de der barê wate û girîngiya hevdîtinê de axivî û da zanîn ku divê jin komunên xwe ava bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.
Piştre hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û der barê armanca hatina gel hev de axivî. Tulay Hatîmogullari da zanîn ku tundî li her qada jiyanê tê jiyîn û got divê jin li her qadê xw rêxistin bikin û têkoşîna hepvar bimeşînin. Tulay Hatîmogullari daxuyakirin ku ger ku Peymana Stnebolê pêk bihata, qanûna hejmar 6284 pêk bihata wê şahidiya evqas tundiya li ser jinan nehatiba kirin û got tenê di mehekê de 246 jin hatine qetilkirin.
Tulay Hatîmogullari balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha got: “Duh ji komîsyonê biryarek hat girtin ku ji komîsyonê heyetek biçe Îmraliyê. Ev biryarek dîrokiye. Divê demildest ev heyet biçe Îmraliyê. Em ê jî ji bo pêvajoyê bixebitin. Em ê xwe rêxistin bikin. Jin jiyan azadî.”
Hevdîtin bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.







