Li Mêrsînê panela ‘Di zindanê de jinbûn'
- 15:36 22 Mijdar 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Di panela "Di zindanê de jinbûn" de ku ji hêla TJA ve li Mêrsînê hat lidarxistin, hate tekez kirin ku jinên di zindanan de tevî zextên sîstematîk xetek xurt a hevgirtinê û berxwedanê ava kirineb
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî li navçeya Akdenîza Mêrsînê bi sernavê "Di zindanê de jinbûn" panelek li dar xist. Panel li avahiya TUAY-DER'ê pêk hat û gelek kes tevlî panelê bûn. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê Melek Şaraldı, aktîvîsta TJA’yê Sara Kaya û Emîne Kaya vek axaftvan tevlî panelê bûn.
Sara Kaya, diyar kir ku zindan ji bo jinan hem cihên zilm û hem jî yên berxwedanê ne û wiha domand: "Ez zêdetirî bîst salan e dixebitim; dema ku min hewl da ku îradeya gel temsîl bikim, ez di çavên dewletê de bûm sûcdar. Berî ku ez biçim girtîgehê, tiştek min tunebû. Piştî serbestberdana xwe, ez bûm nûnerên gel û rêyên me dîsa bi girtîgehê re li hev ketin. Min zêdetirî heşt salan li Mêrdîn, Enqere, Wan û Tarsusê di girtîgehê de ma. Wan em û malbatên me bi sirgûn û veguhastinê ceza kirin. Em bi hêsanî nehatin vê nuqteyê; me bedelên giran da, me her gav li ber xwe da û me qet gavek paşve neavêt."
Emîne Kaya diyar kir ku jinên girtî bi salan e ji ber nasname û têkoşîna xwe rastî zexteke sîstematîk tên û wiha bi lêv kir: "Lêgerînên keyfî, astengiyên ragihandinê, cezayên dîsîplînê û zexta psîkolojîk armanc dikin ku jinan bitirsînin. Tevî van hemû pêkanînan jî, jinan di girtîgehan de toreke hevgirtinê ya xurt ava kirine û tekez kir ku girtîgeh di heman demê de qadên berxwedanê ne."
Melek Şaraldı bal kişand ser hedefgirtina sîstematîk a jinan di girtîgehan de û got: "Em dibînin ku jin du caran tên cezakirin. Şert û mercên paqijiyê ji bo jinan ne guncaw in; avahiya girtîgehan ji destpêkê ve ji bo jinan nehatiye sêwirandin. Mêr wekî welatî û jin wekî îstîsna têne xeyal kirin û girtîgeh li gorî vê yekê têne sêwirandin. Gihîştina jinan ji bo lênihêrîna tenduristiyê, gihîştina paqijiyê, muayeneyên kelepçekirî... Ev hemû ji bo cezakirina jinan du caran hatine sêwirandin. Erka me ya parêzer ew e ku binpêkirinan eşkere bikin, wan rapor bikin û mekanîzmayên navneteweyî re bimeşînin."
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.







