Dayikên Şemiyê: Dîwarê şermê yê li pişt me rakin

  • 13:55 22 Mijdar 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê careke din ji bo Hayrettîn Eren ku aqûbeta  wî 45 sal in nayê zanîn, li Qada Galatasarayê kom bûn. Di xwepêşandanê de, Dayikên Şemiyê daxwaza avakirina komîsyonekê kirin da ku sûcdaran darizînin û gotin, "Dîwarê şermê yê li pişt me rakin."
 
Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 1078’emîn a çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê kom bûn da ku aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin an kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windayan, li aqûbeta Hayrettîn Eren ku 45 sal berê di binçavan de winda bûbû, pirsîn. Daxuyaniya çapemeniyê, ji Mirovên Şemiyê Seteneya Yarici xwend.
 
Setenay Yarici diyar kir ku sûcdarên kuştina Hayrettin Eren 45 sal in nehatine cezakirin  û pêvajoya binçavkirina Hayretîn Eren vegot.
 
'Otomobîla wî li hewşa Şaxa Siyasî bû'
 
Setenay Yarici diyar kir ku Hayrettin Eren birine Şaxa Siyasî ya Daîreya Polîsan a Gayrettepe û wiha domand: "Daiyika Hayrettîn Eren  Elmas Eren a ku çûye Gayrettepe, otomobîla bi plakaya 34 F 6798, ya kurê wê dema ku hatiye binçavkirin bikar aniye, li hewşa Şaxa Siyasî dîtiye. Lêbelê, dema ku Elmas Eren pirsa kurê xwe kiriye, polîsan bersiv dane û gotine 'Kesekî bi navê wî di bin çavan de tune ye.'"
 
‘Sûcdar bi bêcezatiyê hatin parastin’
 
Setenay Yarici diyar kir ku heşt kesên ku di heman operasyonê de hatine binçavkirin dema ku ew anîne dadgehê,  îdia kirine "Hayrettin Eren jî bi wan re hatiye binçavkirin." Setenay Yarici herwiha lê zêde kir ku malbata Eren serî li hemû rayedarên fermî, bi taybetî jî Lijneya Ewlehiya Neteweyî daye, lê bersiva ku wan wergirtiye neguheriye û got, "Sûcdar bi bêcezatiyê hatine parastin."
 
‘Di qeydên fermî yên dewletê de ye’
 
Setenay Yarici anî ziman ku navên kesên ku bi îşkenceyê hatine kuştin û cenazeyên wan hatine windakirin di qeyedên fermî yên dewletê de ne û wiha dirêjî dayê, "Hemû hikûmetên ku  erka xwe ya eşkerekirina aqûbeta Hayrettîn Eren û cezakirina sûcdaran 45 salalan pe neanîne hevkarên vî sûcî ne.”
 
‘Dîwarê şermê rakin’
 
Birayê Hayrettîn Eren, Îkbal Eren, ji rayedaran re got, "Heke hûn bi rastî jî samîmî ne, komîsyonekê ava bikin ku aqûbeta xizmên me yên winda eşkere bike, sûcdaran darizîne û pêşî li sûcên din ên li dijî mirovahiyê bigire. Bi şirîkatiya vê sûcî, hûn jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Tiştên ku yên me ne li me vegerînin û sûcdaran darizînin." Îkbal Eren, ku bang li Alî yerlîkaya kir got, "Dîwarê şermê yê li pişt me rakin. Qada Galatasarayê vekin. Çawa qadek dikare were zincîrkirin?"
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.