Foruma jinan bi dawî bû
- 16:08 19 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan di Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê foruma xwe ya bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin” li dar xist, bi dawî kir.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên platforma hevbeş ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ragihand, îro di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê li dar xist. Di forumê de bi dehan ji rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzerên jin, sazî û dezgehên jinan amade bûn.
Forum bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Hevseroka Konfederalîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Hesen daxuyaniyê da.
Biryarên ku di forumê de hatine girtin wiha ne:
“* Ji bo xurtkirina têkoşîn û hewildanên ji bo doza azadiya jinan û gihandina hemû jinan dixebitin.
* Piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî, yasayî û mafên wan de.
* Têkoşîna ji bo vegera ewle ya hemû jinên bi darê zorê koçber bûne.
* Parastina mafên jinan û xebat ji bo bicîhanîna qanûna malbatê.
* Bi hevahengiya bi saziyên peywendîdar re têkoşîna li dijî hemû cureyên şantajê yên elektronîkî.
* Parastina mafên jinên karker.
* Beşdarbûna mêran di foruman de û balkişandina ser guhertina hişmendiya mêran.
* Xurtkirina hevkariya di navbera saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên civaka demokratîk û rêxistinên ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan dixebitin.
*Amadekirina rûniştinên hişyariya qanûnî ji bo jinan bi armanca agahdarkirina wan li ser mafên wan ên civakî û qanûnî.”
Forum bi dirûşmeyan bi dawî bû.







