Foruma jinan bi dawî bû 2025-11-19 16:08:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan di Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê foruma xwe ya bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin” li dar xist, bi dawî kir.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên platforma hevbeş ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ragihand, îro di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê li dar xist. Di forumê de bi dehan ji rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzerên jin, sazî û dezgehên jinan amade bûn.   Forum bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Hevseroka Konfederalîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Hesen daxuyaniyê da.   Biryarên ku di forumê de hatine girtin wiha ne:   “* Ji bo xurtkirina têkoşîn û hewildanên ji bo doza azadiya jinan û gihandina hemû jinan dixebitin.   * Piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî, yasayî û mafên wan de.   * Têkoşîna ji bo vegera ewle ya hemû jinên bi darê zorê koçber bûne.   * Parastina mafên jinan û xebat ji bo bicîhanîna qanûna malbatê.   * Bi hevahengiya bi saziyên peywendîdar re têkoşîna li dijî hemû cureyên şantajê yên elektronîkî.   * Parastina mafên jinên karker.   * Beşdarbûna mêran di foruman de û balkişandina ser guhertina hişmendiya mêran.   * Xurtkirina hevkariya di navbera saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên civaka demokratîk û rêxistinên ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan dixebitin.   *Amadekirina rûniştinên hişyariya qanûnî ji bo jinan bi armanca agahdarkirina wan li ser mafên wan ên civakî û qanûnî.”   Forum bi dirûşmeyan bi dawî bû.