Li Amedê li ‘dijî tundiya mêr dewletê hevdîtina jin jiyan azadî’

  • 18:02 17 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED – Di hevdîtan ji aliyê TJA ve di çavçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêr dewletê, jin jiyana azad" çalakî hate lidarxistin, jinan li ser girîngiya şêweyên şîdetê, parastina xwe û têkoşîna rêxistinkirî nîqaş kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Midarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de, bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêrdewletê, jin jiyana azad” li  taxa Firat 2 a navçeya Peyas a Amed, civînek jinan li dar xist. Di civîna ku hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn, li ser şêweyên tundiyê, parastina xwe û têkoşîna jinan nîqaş hatin kirin.
 
Di hevdîtinê de Emîne Caynak a TJA’yî axivî ü diyar kir ku jin bi salan e li her dere têkoşînê dinin û têkoşîna jinan li her dera cîhanê belav bûye.