Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

  • 19:49 17 Mijdar 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyeke Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ya ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Bêrîvan Kutlu li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê ji ber nexweşiya penceşêra pêsîran dihat tedawîkirin. Ev 5 meh bûn ku Bêrîvan Kutlu li dijî nexweşiyê têdikoşiya û dihat dermankirin. Tevî dermankirinê jî Bêrîvan Kutlu jiyana xwe ji dest da.
 
Tê payîn ku cenazeyê Bêrîvan Kutlu sibê li navçeya Silopiya ya Şirnexê were veşartin.
 
Bêrîvan Kutlu kî ye?
 
Bêrîvan Kutlu di sala 1981'ê de li gundê Navyan ê Şirnexê hatiye dinê. Bêrîvan Kutlu ji sala 2002'yan ve bi xebatên HADEPê di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de xebatên siyasî bi rê ve dibir. Kutlu di Hilbijartina Xwecihî ya sala 2014'an de li Bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bû hevşaredar û di sala 2017an de qeyim tayînî şûna wê hate kirin. Ew di Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2019'an de bû Hevşaredara Cizîrê. Qeyim tayînî şûna wê hat kirin û wezîfeya wê jê hate girtin. Di Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an de namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Şirnexê bû. Ji ber ku bi serneket wek hevşaredar nehat bijartin. Bêrîvan Kutlu piştre di nava TJAyê de xebatên xwe berdewam kir.