'Aştiyeke bi rûmet û mayînde bi azadiya Rêber re mimkun e'

  • 09:04 12 Hezîran 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan tekez kirin ku ji bo ku pêvajo veguhere aştiyeke bi rûmet û mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin û gotin: "Heta ku Rêber azad nebe, em azad nabin."
 
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, hemû komên ku têkoşîna "Aştiyê" dimeşînin, bi taybetî jin, rêbazên têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke demokratîk pêş dixin. Bi pêşketinên di pêvajoyê de, jin gelek caran hem fikar û hem jî daxwazên xwe tekez dikin. Tenê daxwaza jinên ku li ser "pêvajoyê" diaxivin ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe.
 
Jinên li Stenbolê dijîn derbarê geşedanên siyasî de nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re parvekirin. 
 
'Divê rêberê me azad bibe'
 
Wetha Gunay, diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û got: "Em aştiyê dixwazin. Wek jinên Kurd, em tu carî alîgirê şer nebûne. Em her tim alîgirê aştiyê ne. Em dixwazin hemû girtiyên me yên di girtîgehan de serbest werin berdan. Divê hemû girtî, bi taybetî Rêberê me bê berdan. Aştiyek mayînde bi azadiya Rêbertî mimkun e. Tirkiye ji yên li çiyayan re dibêje çekên xwe deynin. Divê ew vê yekê pir baş bizanibin ku heta Rêberê me azad nebe, tu kes ji me azad nabe. Em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ber xwe bidin û ji bo Rêberê xwe li ber xwe bidin."
 
'Em ji bo her kesî aştiyeke bi rûmet dixwazin'
 
Demet Gumuş, destnîşan kir ku jin her tim ji bo jiyaneke azad, wekhev û adil têdikoşe û her tim li dijî şer û pêvajoyên pevçûnê li qadan in. Demet Gumuş, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Wekî jin, em ji bo girtiyên xwe yên di girtîgehê de dengê xwe bilind dikin. Wek dayikên Kurd, em li dijî hemî pirsgirêkên ku di civakê de têne jiyîn radiwestin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em bi salan e rastî gelek tiştan hatine. Lê em her tim li dijî dijmin li qadan bûne. Em aştî û edaletê dixwazin. Li cihê ku edalet tune be, azadî tune. Em bi têra xwe rastî pergala serdestiya mêran tên. Îro, em bi derketina qadan re ne da ku em bibêjin em li dijî zilma mêran in û dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin. Em li dijî her cûre tundûtûjî û şer in. Geşedanên dawî yên di derbarê pêvajoyê de hêvî dane me. Lêbelê, divê Rêberê me were berdan. Pêvajoyek heye, lê Tirkiye hîn jî di şer de israr dike. Êrişên wê bênavber berdewam dikin. Em naxwazin dayikên leşker, polîs an gerîlayan bigirîn. Em ji bo her kesî aştiyek bi rûmet dixwazin."
 
'Di vê pêvajoyê de yekitiya jinan hewce dike' 
 
Wetha Bîngol, daxuyand ku bi gava Devlet Bahçeli di meclîsê de pêvajoyek nû dest pê kiriye lê ji aliyê partiya desthilatdar ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin, diyar kir ku her gaveke di derbarê pêvajoya "aştiyê" de hatiye avêtin asteng bûye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Niha Gelê Kurd ê pir hişmend heye. Heta niha di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de tiştek pêş neketiye. Heta niha Tirkiyeyê ji bo aştiyê çi kiriye? Ew bi pêvajoyê ve girêdayî qala qanûna darvekirinê dikin. Vê qanûnê sûd nedaye me. Ew kujer û dizan berdidin. Wan hêj siyasetmedarên Kurd bernedane. Ji ber ku aştî wê hebe, divê ew girtiyên me berdin. Ew dikarin pêvajoyê bi vê yekê bidin destpêkirin. Ez bang li hemû dayikên Kurd dikim. Divê her kes li qadan şer bike. Ger em nebin yek, em ê yek bi yek bimirin. Ji ber vê yekê, divê em bibin yek. Bi taybetî jî divê jin bibin yek. Divê her kes ji bo jiyaneke azad, wekhev û adil têbikoşe."
 
Bi têkoşînê serkeftin 
 
Rêvebera SYKP'ê ya Bagcilarê Meryem Guneş jî wek jinên din bal kişand ser geşedanên siyasî û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Zîhniyeteke serdest a mêran hebû û daxwazên jinan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nehatin bilêvkirin. Şer her tim bandorê li jinan dike. Wekî ku di dîroka kevnar de tê zanîn, jin rêbaza boykotê ji bo rawestandina şer bikar tînin. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan ji bo aştiyê vedigere demek dirêj. Piştî serdema zext û îşkenceyê ya salên 1990'î, jin jî dest bi derketina qadan kirin. Bi taybetî jinên Kurd dest bi derketina kolanan kirin. Di şewitandina gundan de li Kurdistanê jin di pêş de bûn. Jinan qet kolan terk nekirin. Mîsyona roleke çalak di siyasetê de hîn pêşketiye. Wekî her car, jinan her tim daxwazên xwe yên ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê li kolanan qîr kirine. Divê em bi hev re li ber xwe bidin. Em çiqas têkoşîna xwe mezin bikin, em ê ewqas serkeftî bibin."