34 kom di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

  • 17:28 9 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN- 36’emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê îsal di navbera 7 û 8’ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Almanyayê hat lidar xistin.
 
36’emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê bi coşek mezin di 7-8’ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Elmanya hate lidarxistin. 34 komên folklorê ji Almanya, Fransa û Swîsreyê bi armanca zindî hiştina çanda Kurdî û parvekirina wê beşdarî pêşbirkê bûn.
 
Li şûna meşa kevneşopî, ku ji ber baranê hatibû betalkirin, bi sedan kes li ber Hola Çandê ya Rheinhausenhalle destên hev girtin û govend gerandin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê, destpê kir. Li ser navê komîteya amadekar, Mamoste Mustafa Şahîn axivî û destnîşan kir ku Mihrîcan ne tenê pêşbirkek e, hilgirê mîrateya çandî ye û got, "Her kom ji bo me serketî ye."
 
Pêşbirk û xelat
 
Di nav 19 komên ku roja Şemiyê performans pêşkêş kirin de, Govenda Sipan Amara Jin ji Hamburgê di rêza yekem de û Koma Nûdem ji Kielê di rêza duyem de bûn û derbasî fînalê bûn.
 
Di fînala roja Yekşemê de:
 
Govenda Ar (Wuppertal) bi govend xwe yên herêmî yên Çewlikê di rêza yekem de bû,
 
Govenda Sîpan Amara (Hamburg) û Arya Mara (Koln) di rêza duyem de bûn,
 
Koma Amara Dersim (Hamburg) bi govendên xwe yên herêma Dersimê di rêza sêyem de bû.
 
Xelatên Taybet
 
Xelata Lêkolînê ji Koma Bêrîvan (Wesel) û Tîma Folklorê ya Duisburgê re ji bo lêkolîna wan a 70 rûpelî li ser çanda Êzidî hat dayîn.
 
Xelata Taybet a Juriyê ji Ekrem Demîr, damezrînerê Govenda Sîpan Amara û Ozge El ji Kielê re hat dayîn.
 
Çalakî bi gerandina govend û pîrozbahiyên bi coş ên ku heta derengiya şevê dom kirin bi dawî bû.