
Rojnameger Reyhan Hacioglu serbest hat berdan
- 13:11 13 Hezîran 2025
- Hiqûq
WAN - Rojnameger Reyhan Hacioglu di rûniştina yekem a doza ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin de serbest hat berdan.
Yekem rûniştina doza ku rojnameger Reyhan Hacioglu bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Nûnerên Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), her wiha rêveberiyên bajêr û parlamenterên DEM, DBP jî beşdarî rûniştinê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyê Reyhan Hacioglu dest bi parastina xwe kir. Dû re parêzera Reyhan Hacioglu Jiyan Ozkaplan mafê axaftinê girt û parastina wê kir.
Dozgerî daxwaza berdewamiya girtina wê kir. Lê şandeya dadgehê bi kontrola şerta edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqê 9'ê Cotmehê kir.