Ji bo Hasîne Tekîn mewlûd hate dayin

  • 16:11 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
EDENE - Ji bo endama YJA Starê Hasîne Tekîn ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hate dayin. 
 
Endama YJA Starê Hasîne Tekîn (Hêvîdar Berxwedan) di 12’ê Tebaxa 2024’an de li qada Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Malbata Hasîne Tekîn ji bo keça xwe mewlûd da. Malbatê, şîna xwe li Taxa Yeşîloba ya li navçeya Seyhan a Edeneyê danî û mewlûd da. Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) çûn serdana şînê û tev li mewlûdê bûn.