
Êrişên li dijî Elewî û Durziyan hatin şermezarkirin
- 18:07 4 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê û Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyan êrişên li dijî Elewî û Durziyan şermezar kirin. Ji bo parastina civakên di bin gefan de jî bang li hêzên navneteweyî hat kirin.
Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê der barê êrişên li dijî Elewî û Durziyan de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Dadgeha Gel a bajarê Qamişloyê bi amadebûna hiqûqnas û endamên Meclisa Edaleta Civakî hate dayîn.
Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Heyfa Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hedefgirtina Durziyên li Siwêda û gundewarê Şamê, her wiha êrişên li dijî Elewiyên li perav, Hema û Humisê hatin şermezarkirin. Hate gotin, ev êriş binkeftina domdar a parastina pêkhateyên Sûriye û mîsogerkirina ewlehî û rûmeta wanî nîşan dide.
Di dewama daxuyaniyê de piştgirî ji bo daxuyaniya şêx Durziyan Hikumet El Hicrî hate dayîn ku banga yekrêziyê dike.
Di dawiya daxuyaniyê de teqezî li ser van xalan hatin kirin:
*Redkirina tundiya mezhebî bi hemû cûreyên wê û piştevaniya bi qurbanî û mexdûrên tundiyê
*Rejîma desthilatdar berpirsê kêmasiya di parastina welatiyan de ye. Divê desthilatdar dest ji siyasetên dûrxistin û înkarê berde û bi beşdariya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê destûrek nû binîvisîne.
*Divê hêzên navneteweyî li hemberî van sûc û binpêkirinan bikevin tevgerê û ji bo parastina beşên di bin gefan de mekanîzmeya parastinê saz bikin.
*Mafê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê heye ku dûrî cûdekarî û xetereyan, ewlehî û tevahî mafên hemwelatîbûnê hîs bikin.
Meclisa Kongra Star a Kantona Cizîrê jî bi amadebûna endamên saziyên civaka sivîl û xwendekarên dibistanên amadehî daxuyaniyek li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê da.
Di daxuyaniyê de li hemberî sûc û binpêkirinên li dijî Elewî û Durziyan bertek hatin nîşandan.
Wiha hate gotin: “Tevî êrîşênmezin, şer, dagirkerî û koçberî ku aloziya Sûriyeyê li ser civakê ferz kirine, lê jinan li Rojava û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhertineke bingehîn di pêkhatina civakê de çêkir, ev guhertin jî di avakirina civakeke giştî ku tevahî beş û pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav xwe de bigire bû alîkar.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi bûyerên li herêmên Durziyan bi taybetî li Ceremana û Eşrefiye Sehnaya yên gundewarê Şamê hatin kirin. Hate gotin binpêkirinên ku komên çekdar li dijî sivîlan pêk tînin, tunebûna ewlehiyê li herêmên desthilata Şamê nîşan dide.
Di daxuyaniyê de komkujî û qetilkirina sivîlan li ser esasê mezhebî bi tundî hat şermezarkirin û bang hat kirin ku bêyî dûrxistin deriyê diyalogan li pêşiya tevahî pêkhateyan bê vekirin.
Di dawiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.