Runiştina Narîn Guran: Heqîqet li holê tuneye
- 19:48 25 Nîsan 2025
- Rojane
AME- Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş der barê doza Narîn Guran de li ber edliyeyê daxuyanî da û got: “Hîna jî kê çima ji ber çi sedemê Narîn qetilkiriye de tu heqîqetek şênber li holê tuneye.”
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çulî ya Rezan a Amedê winda bû û 19 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Der barê qetilkirina Narîn Guran de doza duyemîn hatibû vekirin û ji dozê 15 kes tên darizandin. Duyemîn runiştina dozê li 17’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Amedê tê dîtin. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş û endamê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Salîh Tekîn li ber edliyeyê axivîn.
Berîtan Guneş da zanîn ku ji roja ewil de delîlên cidî tên reşkirin û got: “Îro me carek din dît. Heqîqet derneket holê. Doza Narîn Guran wê hemû zarok û pêşeroja zarokan bike bin rîskê. Hîna jî ji ber çi çima kê ji ber çi sedemê Narîn Guran hatiye qetilkirin, tu rastiyeke şênber, heqîqetek şênber li holê tuneye. Ji bo heqîqet dernekeve holê raporên hatine amadekirin hene. Raporên hatine binpênkirin hene.”
Berîtan Guneş da zanîn ku ji bo rastî winda nebin wê dozê bişopînin û got heviya wan eve ku encama ji vê dozê derdikeve ji heqîqetê re xizmetê bike.