Ji Kolektîfa Medyakarên Kurdistanî peyama 22'ê Nîsanê

  • 14:28 22 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa Medyakarên Kurdistanî ya li Ewropayê ku hefteya derbasbûyî li Belçîkayê hate damezrandin, 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd bi peyamekê pîroz kir.
 
Kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî yên li Ewropayê ku bi banga zêdeyî 70 medyakaran di civîna du rojan de biryara avakirina kolektîfê wergirtin, daxuyaniya xwe ya destpêkê têkildarî 22'ê Nîsanê kir.
 
Di daxuyaniya kolektîfê de hate gotin, "Di salvegera rojnamevaniya Kurd de bi pîrozkirina vê rojê re em bi biryar û serbilind in ku li gel wan rojnamevanan bisekinin ku dengê bindestan didin bihîstin, heqîqetê bi berdêla canê xwe dinivîsînin, pênûsa xwe bi wêrekî û bi rengekî rast bi kar tînin.
 
Rojnamevanî tenê pîşeyek nîne, di heman demê de ji avakirina sîstema demokratîk û ronakbîriyê re xwedî roleke mezin e; xwedî peyameke kûr a ji bo parastina rûmeta mirovan, jiyana hevpar, aştî û azadiyê ye."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke medyakarên Kurdistanî yên li dîasporayê û welêt, li gel şert û mercên giran, zor û zehmetiyan wê dest ji hewldanên xwe yên ragihandina doza gelê Kurd û nîşandana sûcên zaliman bernedin.
 
Bi dewamî hate bibîrxistin ku bi dehan rojnamevanên Kurd ji ber nivîs, fikir û nûçeyên xwe girtî ne, metirsî li ser jiyana wan heye û hate gotin, "Ji bo edalet bi cih bê anîn û dawî li bêcezahiştinê bê anîn, em ê ji aliyê rêxistinî û qanûnî ve bikevin nava hewldanan. Em dixwazin qanûnên ku azadiya çapemeniyê diparêzin bi cih bêne anîn û kujerên rojnamevanan bêne cezakirin. Qanûnên navneteweyî yên ku azadiya fikrî û rewşeke ewle ji bo rojnamevanan diafirîne, divê bêkêmasî bi cih bêne anîn."