Li Aydinê jinek hat qetilkirin

  • 20:40 18 Adar 2025
  • Rojane
AYDIN - Li Nazîlî ya Aydinê, gumanbar Alî Murat Akkuş, jina bi navê Sabriye Turkoz qetil kir.
 
Li navçeya Nazîlî, gumanbar Alî Murat Akkuş(51) jina bi nave Sabriye Turoz (45) ku berê pê re jiya bû bi çekê qetil kir. Piştre gumanbar Alî Murat Akkuş jî întîxar kir. Ekîbên polîs û tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Sabriye Akkuş rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.
 
Hat hînbûn ku sala borî Sabriya Turkoz biryara parastinê daye girtin.