Ji bo serlêdana hevdîtina bi Rehan Hacioglu re biryara red hat dayîn

  • 19:53 18 Adar 2025
  • Rojane
WAN - Hevpîşeyên rojnameger Reyhan Hacioglu ku li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza bi hinceta ‘bigumane’ biryara red da.
 
Rojnameger Reyhan Hacioglu li Wanê di 17’ê Çile de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol bû di serdegirtina malê de hat binçavirin û 21’ê Çile de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Rojnamegerên ji bo hevdîtina rojnameger Reyhan Haciolgu serlêdan kirin, ji aliyê Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza bi hinceta ‘bigumane’ biryara red da.