Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê hat vekirin

  • 14:21 6 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Farqînê Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê vekir.
 
Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê ku ji aliyê Şaredariya Farqînê ve li Taxa Selahattîn hatiye avakirin, hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsê û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî vekirinê bûn.
 
Serra Bucak di vekirina Navenda Piştevaniya Jinê de axivî û diyar kir ku ew li bajêr xebatên vekirina navendên jiyanê yên jinan didomînin û wiha got: “Wek ku me soz dabû, em bi hêztir berdewam bikin. Navenda Piştgiriya Jinê ya Nûdemê ji bo jinên Farqînê û jinên Amedê wê bibe cih û mal. Dê bibe cihê ku hevgirtina jinan û rêxistinbûna jinan lê geş bibe."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî diyar kir ku ew bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş in û got, “Navenda Piştevaniya Jinê li hemû kesî pîroz be. Weke jinên Farqînê em ê li vir têkoşîna xwe ya azad bidomînin û reng û dengê xwe derxin holê."
 
Navenda Hevgirtina Jinan hat vekirin
 
Li dû axaftinan Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan a Nûdem hate vekirin.