'Divê jinên elewî tecrubeyên xwe ragihînin'

  • 09:03 6 Adar 2025
  • Rojane
 
 
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta Jin a Elewî Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya nû nîşan dide û di mijara aştiyê de jinên Elewî xwedî tecrubeyên mezinin û berpirsin ku van tecrubeyên xwe ragîhinin.
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hevdîtina xwe ya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 27’ê Sibatê de pêk anî û piştî hevdîtinê peyam a Abdullah Ocalan xwend. Peymam ji aliyê rayagiştî ya cîhanê ve eleqeyek mezin dît.
 
Aktîvîsta Jin a Elewî Çîlem Kuçukkeleş derbarê mijarê de axivî û got di vê pêvajoyê de jinên Elewî divê tecrubeyên xwe ragînin.
 
‘Li pişt çanda tunekirinê dewlet heye’
 
Çîçek Kuçukkeleç got pirsgirêka Kurd û Elewî bi hev re wê bên çareserkirin û her du jî di mijara welatîbûna wekhev de tên gel hev. Çîlem Kuçukkeleş wiha vegot: “Heta komarek demokratîk tunebe civakek wekhev jî ne pêkane. Tenê hewl didin bişînin hev. Di vê sedsala komarê de Kurd, şibandin Tirkan, Elewî şibandin Sunniyan. Li pişt çanda tunekirinê dewlet heye.”
 
‘Ne şerê Kurd-Tirk an jî aştî, pirsgirêkên yekparêziye’
 
Çîlem Kuçukkeleş wiha dirêjî dayê: “Pêvajoya hevdîtina bi Îmraliyê re divê tenê wek aştiya Tirk-Kurd neyê dîtin. Di pêvajoya 40 salî de ev pirsgirêk ket her malê. Me got dema şer hebe ev vediguhere têkoşînê. Lê şer wisa parçebûyî nayê dîtin. Divê giştî bê dîtin. Li Tirkiyeyê ne şerê Kurd- Tirk, pirsgirêka yekparêziya desthilatdariyê heye. Şer tenê li çiyayên Kurdistanê nameşe. Di her malê de heye. Ji ber vê dema aştiyek bê axaftin divê li her derê aştiya hevpar bê axaftin.”
 
‘Diyalog wê tiştekî nû ava bike’
 
Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku ew di wê baweriyê de yeku diyaloga nû wêtiştekî nû ava bike û wiha got: “Pêvajo, axaftina şatiyê bi nirx e. Nîqaşên wisa hene ‘Wê bi AKP’ê re aştî hebe, em red bikin’. Ez bûme şahid li Tirkiyeyê di pêvajoyên diyalogê de riyên girîng vebûne. Ji ber vê axaftina aştiyê bi nirx e. Divê hemû riyên çareseriyê bên cerebandin. Di peyamê de hat gotin ku divê çek bêdeng bibin. Me her tim xwest çed li cîhanê bêdeng bibin. Ya rast axaftine, muzakereye. Çek mirinê tîne, çareseriyê digire.”
 
Çîlem Kuçukkeleş di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiyeyê mijara bekayê didin ber her têkoşînê û ji ber hebûna pirsgirêka Kurd  hat terorîzekirin û êdî ev mijar ji hole rabûye. 
 
‘Mijara aştiyê bandor li her qada jiyana Elewiyan kiriye’
 
Çîlem Kuçukkeleş bi lêv kir ku têkoşîna herî mezin a Elewiyan aştiye û Elewî ne pevçûnê yekbûnê diparêze, wiha berdewam kir: “Civaka Elewî dixwaze başiyê zêde bike û jiyanek xweş bê avakirin. Elewî ji bo aştiyê civaka herî herî girînge. Li cihê aştî tunebe em nikarin bên  Elewî jî tune ne. Di vir de rol dikeve ser milê jinên Elewî. Pergala mêr bi salane êşên mezin bi civakan dan jiyîn.”
 
‘Jin berpirsin ku tecrubeya xwe ragihînin’
 
Çîlem Kuçukkeleş wiha dawî lê anî: “Şer û kaos her tim bandorê zêdetir li ser jinan dike. Di vî alî de ji bo mezinkirina têkoşîna aştî û wekkheviyê peywirên girîng dikevin ser milê jinên Elewî. Tecrubeyek mezin a Elewiyan heye. Di mijara ku aştî wê çawa bê avakirin, divê çawa be de tecrubeyek mezin a jinên Elewî heye. Jin berpirsin ku vê tecrubeyê ragihînin.”