Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir

  • 15:32 5 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Xwendekarên Welatparêz bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qamişloyê şahiyek li dar xist.
 
Bi boneya boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Xwendekarên Welatparêz li Stadyuma 12`yê Adarê ya li bajarê Qamişloyê, şahiyek li dar xist. Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî şahiyê bûn.
 
Di şahiyê de tabloyên şêwekariyê û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan.
 
Berdevka Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Elîsar Şêxo bixêrhatina beşdaran kir û 8’ê Adarê li hemû jinan, şervanên YPJ’ê û Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ev roja pîroz rojeke girîng e ji bo hemû jinên cîhanê. Felsefe, fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan nirx û ronahiyek da jinan. Diyariya ku rêberê me ji hemû jinên cîhanê re şand coş û kêfxweşiyek xiste dilê hemû jinan û ew diyariyeke pir bi nirx bû.”
 
Şahî bi stranên komên Hîlala Zêrîn û gerandina govendê bi dawî bû.