Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
- 15:31 5 Adar 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Çalakiya nobetê ya li dijî navçeya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome û di nobetê de bertekên xwe li hemberî tayînkirina qeyûman anîn ziman.
Di 14’ê Çileyê de li Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê qeyûm hate tayînkirin û nobeta li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya şaredariyê hatiye destpêkirin didome. Çalakiya nobetê ya li pêşiya avahiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin îro jî domiya. Çalakvanan pankarta “Rejîma qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Qeyûm derbe ye, na ji derbeyan re”, “Na ji şer re, aştî a niha” û “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di daxuyaniyê de axivî û tayînkirina qeyûman weke “dizî” pênase kir. Esen, wiha domand: “Em ê vê sepanê qebûl nekin. Nirxên me li ser aştiyê û wekheviyê hatine avakirin. Lê nirxên we? Di demeke ku li ser demokrasî û aştiyê tê axaftin de sepana qeyûman hemleyeke li dijî pêvajoyê ye. Kî çi bike jî em ê israra xwe ya di aştiyê de bidomînin. Em ê ji dizan re jî her tim bibêjin ‘tu dizî.’”
Endamê Hewldana 78’iyan Nejdet Kiliç jî wiha got: “Em xebitîn û me Şaredariya Akdenîzê bi dest xist. Lê bi tayînkirina qeyûm re xesp kirin. Ev nêzî 40 sal in bi hezaran xwişk-birayên me yên Tirk, Kurd, Erev, Sunî, Elewî mirin. Em bi aştiyê re ne. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Aştiya herî xerab jî ji şer çêtir e. Me heta niha her tim aştî parast û dibêjin a niha aştî.”