Li Soran jinek di encama şewatê de jiyana xwe ji dest da

  • 14:22 5 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku jinek li sînorê îdareya Soran di encama şewitînê de, jiyana xwe ji dest da. Lê sedema bûyerê nehate zanîn.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyek ji Rojnews’ê re ragihandî, mamostaya bi navê Awat Mihemed Kerîm, beriya 4 rojan dema li mala xwe ya li bajarokê Çomanê bû şewitiye û rakirine nexweşxaneya lezgîn a Rojava ya li Hewlêrê.
 
Li gorî heman agahiyan, Awat Mihemed Kerîm ji ber birînên xwe yên giran, duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Hema çavkaniyê destnîşan kir ku Mamosta Awat xelkê devera Biradostyê bû, lê piştî zewicînê li bajarokê Çoman jiyan dikir û li dibistana têkel ya Mamî Xelanî mamosteyê beşa zanistê bû.
 
Rojnews hewlda agahiyên bêhtir têkildarî bûyerê kom bike, lê çavkaniyê zêdetir agahiyan neda. Ji bo wê heta niha sedem û şêwaza şewitîna Awat Mihemed Kerîm nayê zanîn. Rojnews li ser mijarê lêkolîn dest pê kiriye.