
Çalakiya 8'ê Adarê: Em ê bi ser bikevin
- 11:53 5 Adar 2025
- Rojane
RIHA - TJA'yê li Xelfetiyê beriya mîtînga dê bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin û ber bi azadiyê ve dimeşin" meş li dar xist. Li vir jin axivîn û peyama 8'ê Adarê ya azadiya jinê dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA), beriya mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin û ber bi azadiyê ve dimeşin" ku wê li Parka 4'ê Nîsanê ya Xelfetî ya Rihayê bê lidarxistin meş pêk anî. Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram a ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin û bi sedan jin tevlî meşê bûn.
Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî meş pêk anîn bi dirûşa "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jîyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hata qada mîtîngê meşiyan.
Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram a ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû jin silav kirin.
Biryardariya berfirehkirina têkoşînê
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku wan bi hêviyeke mezin 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî kir û diyar kir ku deriyên Îmraliyê hatine vekirin û dengê Abdullah Ocalan gihiştiye gel.
Aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak jî diyar kir ku bi berdêlên giran hatine qadan û wiha got: “Birêz Ocalan banga dîrokî ya ku em hemû li bendê bûn kir. banga aştî û civaka demokratîk kir û got, 'hûn hemû ji bo aştî û civaka demokratîk têbikoşin.' Em ê bi hev re têbikoşin û piştgiriyê bidin banga Birêz Ocalan. Dê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Dayikên ku bi hesreta zarokên xwe ne dê bi zarokên xwe re bibin yek. Ez destên wan hemûyan maç dikim. Dê ev dayik dîsa bi me re li qadan bin. Em ê êş û bîranînên wan di hişê xwe de bigirin. Lê em ê ji bo jiyaneke nû têbikoşin."
'Em ê bi ser bikevin'
Gultan Kişanak bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Civaka demokratîk tê wateya qebûlkirina vîna her kesî. Em ê bi awayekî wisa bersiva qeyûm bidin ku kes nikaribe tayînî vîna me bike. Em vîna hemû gelê Xalfetî bi rêzdarî û hezkirin silav dikin. Em ê bi ser bikevin. Yan serkeftin an serkeftin.”
Girîngiya destkeftiyên jinan
Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel piştî rêzgirtinê axivî û têkoşîna azadiya jinê bi bîr xist û got, “Em ji vir dengê xwe yê azadiya jinê bilind dikin. Ji vir em ji Serok Apo re silavan dibêjin. Wek jin gelek pirsgirêkên me hene, em wek çîna duyemîn tên dîtin.Wî mafî bi xwe re dibînin ku li ser bedena me biaxivin. Em weke jin li dijî kuştina jinan serî hildidin û ji bo azadiyê dimeşin. Weke jin ji bo hebûna xwe me bedelên mezin dane û em vê jî didomînin. Bêyî ku di qada siyasî de bi ser bikevin em nikarin di ti qadê de bi ser bikevin. Ji ber vê jî weke jinên Kurd em li her derê siyasetê dimeşînin. Niha bi sedan hevalên me di girtîgehê de ne û ev heval ji ber ku li ber xwe dane hatin girtin. Em jî di girtîgehan de man, lê em niha li vir in. Em bi hev re li qadan in. Em bawer dikin ku em ê hevalên xwe yên din jî bigirin."
Banga Îmraliyê
Sebahat Tûncel, da zanîn ku hemû cîhanê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Di banga Ocalan de ne tenê divê çek bên bêdengkirin, divê jiyana azad çawa bê avakirin. Em ê vê bangê bidomînin. Ji bo azadiya jinê jî em ê erka xwe pêk bînin. Şer û pevçûn herî zêde bandorê li jiyana jinan dike. Di şeran de li hemû cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn bedena jinê hedef tê girtin. Lewma têkoşîna aştiyê ji bo me hemûyan pêwîst e. Em silavên xwe ji Birêz Ocalan û her kesên ku li dijî têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê li ber xwe didin, dişînin."
Piştî axaftinan Hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê. Jin bi govend û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" li gel stranên Rûken Yilmaz 8'ê Adarê pîroz dikin, tê payîn ku mîtîng di saetên pêş de bi heman coş bi dawî bibe.