
Xebatên 8'ê Adarê li Peyasê berdewam dikin
- 09:19 5 Adar 2025
- Rojane
AMED - Li gor çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî Şaredariya Peyasê serdana jinên di atolyeyên tekstîlê de dixebitin kirin. Kulîlkên jinan bi xwe amade kiribûn li jinan belav kirin. Jin vexwendin mîtîngê û ji bo mîtînga 8’ê Adarê jî bi hev re pankartek amade kirin.
Şaredariya Peyasê xebatên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî û amadekariya mîtîngê didomîne. Alîkarên hevşaredaran, Encûmenên Meclîsa Şaredariyê, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên Şaredariyê li navçeya Peyasê, serdana Jinên di atolyeyên tekstîlê de dixebitin kirin. Di serdanê de xebatên Jinan û têkoşîna wan hate vegotin, kulîlkên bi destên xwe amade kiribûn li Jinan belav kirin û ji bo mîtînga Jinan a 8'ê Adarê hatin vexwendin.
Ji bo mîtîngê pankart çêkirin
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Encûmenên Meclîsê, Alîkarên Hevşaredaran, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên Şaredariyê bi destên xwe li qada sera û şitildanînê ya Şaredariyê kulîlk amade kirin da ku roja 8'ê Adarê li Jinan belav bikin. Di heman çarçoveyê de ji bo amadekariya mîtîngê ya 8'ê Adarê ku li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, li Bazara Keda Jinan a Şaredariyê Jinan bi hev re pankartek amade kirin.