
Di banga sedsalê de jin ji bo berpirsyariyê amade ne
- 09:07 5 Adar 2025
- Rojane
AMED - Jinan diyar kirin ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsyariyek mezin dikeve ser milê wan. Jinan diyar kirin ku bang gelek girîng e û wê bandorê li hemû gelên cîhanê bike.
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat deklerekirin şûnde hemû aliyan piştgirî dan û bi coş pêşwazî kirin. Jinên Amedê der barê bangê de axivîn û diyar kirin ku ji bo berpirsyariyên xwe dest bi xebatan kirine.
‘Divê pêvajo baş bê şopandin û nirxandin’
Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray balkişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got demek dirêj bû ev peyam dipan û bandor li ser her kesî kiriye. Sultan Yaray wiha berdewam kir: “Peyam pir girîng e. Lê her kes divê baş fêm bike. Di civakê de peyam baş nehatiye fêmkirin. Dibêjin dawiya têkoşînê hatiye. Lê divê pêvajo baş bê şopandin û nirxandin. Dema em li peyamê dinêrin em dibînin ku çareseriya gelek pirsgirêkan nîşan dide. Divê pêvajo baş bê şopandin. Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê.”
‘Em ji bo fêmkirina pêvajoyê çapemeniya azad bişopînin’
Sultan Yaray di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ji bo pêvajo baş bimeşe divê em ji çapemeniya azad bişopînin. Vê peyamê em hemû hestiyar kirin. Bi mîlyonan kes Abdullah Ocalan wek îradeya xwe dibîne. Ji ber vê jî piştî salan şûnde hatina peyamê em hestiyar kirin. Divê em bi rihê seferberiyê li pişt pêvajoyê bin. Divê em çapemeniya xwe bişopînin. Em dibêjin ku em Kurd ji bo aştiyê amade ne. Tevî ewqas zilm û zextan werin em dest bidin hev û bi hev re bijîn. Pir zêde zilm li Kurdan hat kirin. Tevî vê zilmê em dibêjin ku ne dereng e. Werin em bi hev re bijîn. Birêz Ocalan rê da ber me. Em bi rihê seferberiyê xwedî lê derkevin.”
‘Aştî ferz e’
Aktîvîsta TJA’yê Hasîbe Yazdik jî bi lêv kir ku PKK’ê bi salan ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn daye û got: “PKK wekî ku serokatiyê jî gotiye ji ber gelek sedeman li dijî neheqî û dijhiqûqiyê derket holê. Ji ber vê jî têkoşîna xwe didomand. Serokatiyê ji xwe bi salan bû digot ez aştiyê dikarim bînim, divê ev pêvajo veguheriya aştiyê. Lê mixabin bersiva xwe negirt. Kîjan rojê dibe bila bibe aştî wê pêk be, aştî ferz e. PKK bi rastî tevgera gel bû. Ji ber vê jî hêza xwe ji gel digirt. Ji ber vê jî gel pir girêdayê vê tevgerê ye. Ji ber kesên PKK ava dikirin zarokên vî gelî ne.”
Piştî bangê li taxan xebat
Hasîbe Yazdik wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê gel her tim piştgiriyê bide pêvajoyê. Em ê li taxan bin. Bi civînên gel banga hatiye kirin ji gel re vebêjin. Em ê girîngiya wê ji welatiyan re bêjin. Pêvajoya 8’ê Adarê, Newroz li pêş me ye. Xebatên me didomin. Ji bo her pirsa gel bersivek me heye. Em ê xebatên xwe bidomînin.”