
Gulseren Yolerî: Azadiya fikr û ramanê di bin zextê de ye
- 09:05 5 Adar 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, binçavkirin û girtin, tê tehdîdkirina azadiya fikr û ramanê û wiha got: “Li Tirkiyeyê desthilatdarî heqîqetê her tim vedişêrin. Ji bo vê jî azadiya fikr û ramanê dikin bin zextan. Bi taybet ji ser tercîhên siyasî û organîzekirî ev êriş tên kirin.”
Pêkanînên zext, binçavkirin û çewisandinê yên deshtilatdariyê roj bi roj giran dibin û yên û dertê holê. Li girtîgehan jî binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Demên dawî de parvekirinên li ser medyaya dijîtal dibin hinceta girtin û binçavkirinê. Li gorî rapora ÎHD’a Stenbolê ya sala 2024’an a der barê girtîgehên Marmarayê de ku 26’ê Sibatê de aşkera kir, bi giştî 7 hezar û 349 binpêkirinên mafan li girtîgehan jiyane û 32 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ev jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nîşan dide.
Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolarî der barê binçavikrinên demên dawî yên ji ber parvekirinên medyaya dijîtal de axivî.
Gulseren Yolerî got li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê her tim bin zextan de bûye û wiha got: “Her dem hîn bêtir zêde bûye. Me der barê vê de her tim serlêdanên sûc kirin û me got divê azadiya fikr û ramanê pêk bê. Li Tirkiyeyê desthilatdariyan her tim rastî ji civakê vşartin. Ji ber vê jî azadiya fikr û ramanê xistin bin zextan.”
‘Bikarhênerên medyaya dijîtal bin zextan de ne’
Gulseren Yolerî destnîşan kir ku bi pêşketina çapemeniya civakî re, zextên li ser medyaya dijîtal jî zêde bûne û wiha bi lêv kirHeman demê de li ser şîrketên medyayê jî zext tên avakirin. Detshilatdarî di çarçoveya qedexeyên xwe de bikaranîna medyaya dijîtal sînor dike. Bikarhênerên medyaya dijîtal dikin bin zextan. Der barê emojiyeke tê bikaranîn de jî lêpirsîn tê vekirin. An jî li ser parvekirinekê kes tên girtin. Ev pirsgirêkek cidiye.”
‘Divê zext bên rakirin’
Gulseren Yolerî got ewan der barê sînorkirina parvekirinên medyaya dijîtal de îtîraz kirine û wiha bi lêv kir: “Em dixazin zextên li ser medyaya dijîtal bên rakirin. Emê parastina azadiya fikr û ramanê bidomînin. Her wiha medyaya dijîtal nebaş jî tê bikaranîn. Pêşîgirtina li vê bikaranîna nebaş girînge. Mînak kampanyayên lînçê tên rêxistinkirin. Hinek komên trol bi pereyan van kampanyan didin meşandin. Ji ber vê pêşîgirtina vê girîng e.”