Peyama Abdullah Ocalan dê li Rojava zindî bê guhdarîkirin

  • 11:44 27 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyam ku îro çav li rê ye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bide, dê li bajarên Rojava yên wekî Qamişlo, Hesekê û Kobanê zindî bê guhdarîkirin û temaşekirin.
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Heyet piştî hevdîtinê wê li Stenbolê saet di 17.00’an de daxuyaniyê bide. Di daxuyaniyê de wê peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan bê ragihandin. 
 
Daxuyanî li bakurê Kurdistanê li Amedê û Wanê dê bi girseyî bê temaşekirin û guhdarîkirin. Li Rojava jî li bajarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê dê ekranên mezin bên danîn û bi girseyî bê temaşekirin. Li bajarê Qamişloyê girse dê li Stadyûma 12’ê Adarê, li Hesekê li Parka 4’ê Nîsanê û li Kobanê jî li Qada Jina Azad dê girse kom bibin û li peyamê bi awayek zindî guhdarî û temaşe bikin.