Pîrozbahiyên 8’ê Adarê dewam dikin

  • 09:08 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de bi şîara “Jin li dijî qirkirina Jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” kombûnên bi jinan re didome. Di çalakiyan de bi serkêşiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê ku hat lidarxistin, bi mezinkirina hevgirtina jinan re têkoşîna xwe bi hev re pîroz kirin.
 
Li Mala Zanînê ya Barişê (Rewşen) ya li 500 Evlerê û li Navenda Jiyanê ya Jinan ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de xebatên xwe dimeşîne, bi tevlîbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Alîkarên Hevşaredaran û gelek Jin, bi hev re 8’ê Adarê pîroz kirin. 
 
Di heman rojê de li navçeya Peyasê, bi tevlêbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Alîkarên Hevşaredaran, Endamên Meclîsê û yên Meclîsa Jinan, li Parka 8’ê Adarê ya ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de vekin, di raxistina kevirên parkeyê de bi ruhê hevgirtina jinan tevkarî kirin û li parkê karên selihandinê pêk anîn.
 
Pîrozbahiyên Mala Zanînê û Navenda Jiyanê ya Jinan
 
Li Mala Zanînê ya Barişê (Rewşen) ya 500 Evlerê û li Navenda Jiyanê ya Jinan ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de xebatên xwe dimeşîne, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi coş pîroz kirin. Çalakiya ku li navendê hate lidarxistin, ji bo rola jinan a di civakê de girîng were dîtin, bal ser wekheviya zayendî hate kişandin û li gor vê pîrozbahiyên xwe domandin.
 
Di bernameyên ku li Mala Zanînê ya Barişê (Rewşen) û li Navenda Jiyanê ya Jinan hat lidarxistin de, bi tevlêbûna Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Alîkarên Hevşaredaran, Endamên Meclîsê û yên Meclîsa Jinan pêk hat. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftinek kir û got: “Di çalakiyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê de girîngiya hêza jinê û têkoşîna wekheviyê xwe dide der. Em dikin armanc ku di vê roja taybet de bi komkirina jinan re wekheviya zayendî pêk bînin. Bi vê hêza jinê û piştgirîkirinê re, ji bo me wateyek mezin e û ji ber vê em giringiyê didine xebatên wiha cihê reng.”
 
Piştî axaftina Hevşaredar, kombûna Jinan veguherî şahiyê û di şahiyê de muzîk û govend hat gerandin. Di dawiya çalakiyê de banga ji bo hevgirtina jinan, hemû jin vexwendin vekirina Parka 8’ê Adarê ya ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de bê vekirin. 
 
Li Parka 8’ê Adarê Danîna Kevirên Parkeyê 
 
Bi beşdariya Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, bi tevlêbûna Alîkarên Hevşaredaran, Endamên Meclîsê û yên Meclîsa Jinan, li Parka 8’ê Adarê ya ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de bê vekirin, di raxistina kevirên parkeyê de bi ruhê hevgirtina jinan tevkarî kirin û li parkê karên selihandinê hat danîn.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ew ê rêya diçe ber bi azadî û wekheviya jinan, bi hevgirtina jinan Parka 8’ê Adarê vekin û hemû jin vexwend vekirina Parka 8’ê Adarê ya ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de bê vekirin.
 
Piştî vekirinê Jinan bi hev re piştgirî dan xebatên nûkirina parkê û kevirên parkeyê raxistin û karên selihandinê pêk anîn.