
Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket
- 13:46 25 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kantona Firatê bi sedan kes ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin, ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin.
Ji bajar, navçe û gundên kantona Firatê bi sedan kes îro li Kobanê li hev kom bûn. Girseya gel bi konvoyeke ji wesayitan ber bi Bendava Tirşînê bi rê ket.
Konvoya gel a 5'emîn a kantona Firatê wê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, av û elektrîka xwe biparêze.