
Ji Şaredariya Peyasê alîkariya ji bo nexweşên Çolyakê
- 10:44 25 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê li 600 nexweşên Çolyakê pakêtên xwarinên bê gluten belav kir.
Şaredariya Peyasê piştgirî û xizmetên xwe ji bo komên dezavantaj didomîne. Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ji bo 600 nexweşên Çolyakê yên ku tenê dikarin xwarinên bê gluten bixwin, pakêtên alîkariyê ku ji ard, meqerne, pudîng, çîkolata, kek, pasta û qûrabiyeyê pêk tê belav kir. Şaredariyê bersiva hemû serlêdanan bi erênî qebûl kir û pakêta alîkariyê belav kir.
Ji bo Nexweşên Çolyakê Projeye
Di daxuyaniya ku ji alî şaredariyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di demek nêz de ji bo nexweşên çolyakê projeya Firneya Jiyana bêpêz û berhemên bêgluten lê bên hilberandin dixe meriyetê. Projeya ku di rojên pêş de li ser qadek 9400 metreyî fireh û mezin dikeve meriyetê, ji bo nexweşên Çolyakê ku hewcedariya wan bi parêza bêgluten heye û ji bo nexweşên ku li bajêr dijîn karibin xwe bigihînin berhemên bi ewle, Firneya Jiyana bêpêz vedike û dê gelek berhemên wek nan, penêr, kek, pîzza, simît, cûreyên qeşayê û her wekî din lê çêbibe.