Çalakiya li dijî qeyûm dewam kir

  • 16:32 5 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, di çalakiya şermezarkirina qeyûmanê tayinî Şaredariya Akdenizê hat kirin, hatin bibîranîn. 
 
Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ya di 14'ê Çile de didome. Di daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê ya ku di bin dorpêça polîsan de ye, gelek kes û parlamenter jî amade bûn. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Zext nikarin me bişkînin" û "Diz qeyûm, ji Akdenizê derkeve" qîriyan. Her wiha kesên di erdheja navenda wê Mereşê ya 2 sal ji ser derbas bûn de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
 
Siyasetmedar Ridvan Turan got, "Di erdhejê de me bi hezaran kes winda kir. Birînên ku hê jî nehatine pêçan, cihê ku lê ketiye dişewite. Bêberpirsiyariya hikûmetê ya di erdhejê de hê jî dewam dike. Weke ku ev têr nekiribe, rejîma antîdemokratîk a ku bi mudaxelekirina Tirkiyeyê dest pê kir, îradeya gelê me nabîne." 
 
Endamê DEM Partiyê Kamûran Tanhan got, “Hûn tenê dizan diparêzin. Qeyûm guh nade îradeya gel." Kamûran Tanhan anî ziman ku ew ê li hemberî polîtîkayên hikûmetê serî netewînin.