Şandeya Îmraliyê serdana girtiyên Kandira û Gebzeyê kir
- 16:32 5 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, siyasetmedarên jin ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê ziyaret kir.
Endama Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan, li girtîgehên Kandira û Gebzeyê serdana siyasetmedarên jin kir. Di hevdîtinê de Pervîn Buldan der barê serdana dawî ya bi Abdullah Ocalan a li Îmraliyê de agahî dan.
Pervîn Buldan ku li Girtîgeha Jinan a Kandirayê çû serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, silav û peyama Abdullah Ocalan jê re ragihand. Fîgen Yuksekdag got, “Em pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin pir bi nirx dibînin. Ev pêvajo wê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna me ya ked û azadiyê. Em ê bi hemû dilpakiya xwe li pişt wê bisekinin."