Geneviêve Garrîgos: Ji bo pêşerojê divê em piştgiriyê bidin şoreşa jinê
- 09:05 2 Sibat 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviêve Garrîgos ku di navbera dîroka 22-28’ê çile de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir der barê mijarê de axivî û da zanîn ku Şoreşa Kobanê berhema jinê ye û ji bo êrîşên Tirkiyeyê jî bang li hêzên navneteweyî kir ku zextan li Tirkiyeyê bikin.
Heyeta Fransî ya ku ji gelek parlamenterên partiyên siyasî û nûneran pêk dihat di navbera 22-28’ê Çile de ji bo Bakur û Rohilatê Sûriyeyê serdanek kirin. Heyetê bi armanca 10’emîn salvegera rizgarbûna Kobanê serdana xwe pêk anî. Di serdanê de bi Yekîtiya Parastina Jin (YPJ), Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (SDG) û gelek saziyên siyasî re hevdîtin kir.
Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviêve Garrîgos ku di heyetê de cih digirt der barê serdana xwe de ji ajansa me re axivî.
‘Têkbirina DAIŞ’ê destpêka serkeftinê bû’
Geneviêve Garrîgos der barê heyeta ku têde bû û çûn Rojava de axivî û da zanîn ku bi taybet di 10’emîn salvegera Rizgariya Kobanê de serdan pêk anîne û wih agot: “Kobanê watedare, ji ber ku destpêka têkçûna DAIŞ'ê bû. Belê, bi dîktatoriya DAIŞ’ê herêm ditirsand. Lê ev ji dîktatoriyê wêdetir bû, ji ber ku kuştina mirovên bi vî rengî, komkujî kirin, bi rastî jî kabûsek bû. YPJ û gelê Kurd têkbirina wan li Kobanê bû destpêka tunela serketinê ya li hemberî wan, di heman demê de serkeftina jinan a li hemberî paşverûyan bû. Hûn dizanin, ji aliyekî ve zilamên ku rejîma wan jinan dike obje, dike kole û dike sifir. Ji aliyê din ve jinên we yên pir wêrek hene ku nîşan didin ku ew pir bi hêz in, bi hêz in û dikarin wan têk bibin. Ev bi rastî bi bandor bû.”
‘Em deyndarê wan in’
Geneviêve Garrîgos di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew çiqas ji YPJ û gelê Kurd re spas bikin têr nake û wiha vegot: “Em dizanin ku hinekan ji wan canê xwe feda kirine. Dema em çûn ser gorên kesên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, em gelek hestiyar bûn. Em gelek deyndarê wan in. Di serdana xwe de, weke min got, me bi rayedarên QSD û YPG’ê re hevdîtin kir, van kesan her tim ji me re gotin ku îro çawa têdikoşin û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin.”
‘Tunebûna Bendava Tişrînê karaset e’
Geneviêve Garrîgos balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Tişrînê û wiha girîngiya Tişrînê anî ziman: “Êrîşên Tirkiyê li dijî Bendava Tişrînê hene. Tirkiye bi guhertina rejîma Sûriyê re ji kaosa li wir sûd werdigire. Her kes ji çûyîna Beşar Esad pir kêfxweş e, lê vê yekê ew kaosek çêkir ku carek din tirk bi êrîşên li ser Rojava û sivîlan sûdê jê werdigirin û ev bi rastî pir xeternak e. Me dît ku di 2018’an de di çarçoveyekê de çi qewimî. Niha jî dixwazin bendava Tişrîn hilweşînin, ev jî gelekî girîng e, ji ber ku ne tenê tê wateya karesateke ekolojîk, belkî dê elektrîka herêmê jî qut bike û elektrîk jî derkeve."
‘Ji bo parastina Rojava me xwest agirbest bê îlankirin’
Geneviêve Garrîgos destnîşan kir ku Tirkiye êrîşê gelê sivîl ku ji bo parastina Tişrînê nobetê digire dike û daxuyan ku wan bang li hêzên navneteweyî kiriye ku zextan li Tirkiyeyê bikin ku êrîşan bidin raestandin. Geneviêve Garrîgos bi lêv kir ku ji bo parastina Rojava xwestin agirbest bê îlankirin.
Bi ‘jin jiyan azadî’ re modelek berfireh
Geneviêve Garrîgos di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di serdanê de ligel fermandarên YPJ’ê me gelek jinên xurt nas kirin. Di esasa felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Abdullah Ocalan de li wir bi pêşengiya jinên ji nasnameyên cuda teşeyê rêveberiyekê tê avakirin. Ev model girînge û berfirehe.Bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ modeleke wekhev û azadîxwaz a berfireh tê avakirin.Ji ber vê girînge. Şansê wan yê ji nûve avakirina Sûriyeyê heye.”
‘Divê em piştgiriyê bidin şoreşa jinê’
Geneviêve Garrîgos di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em deyndarê we ne ku we çi kir li dijî DAIŞ’ê. Em ji ber fedakariyên ku we ji bo têkbirina wan dane, deyndarê we ne. Em dizanin ku şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ne tenê li Rojava lê li Sûriyê jî hene. Em dixwazin piştgiriyê bidin we, hemî parastina ku hûn îro bi rastî hewce ne pêşkêşî we bikin. Ne dema lîstikên siyasî ye. Divê em piştgiriya gelê Kurd bikin. Herî dawî divê em destekê bidin şoreşa bi pêşengiya jinan ji ber ku pêşeroja we ye, ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn divê em bi we re bin. Ji ber ku ev şoreş ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê ye gelekî girîng e.”