Bêrîtan Canozer: Em li dijî zextan serî natewînin
- 09:07 2 Sibat 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Rojnameger Bêrîtan Canozer ku 11 sal in di hedefa desthilatdarî û darazêde ye, ji ber faliyetên pîşeyî bi dehan carî hat darizandin. Bêrîtan Canozer ku tevî hemû zextan di nivîsandinê de israr dike wiha got: “Em generalên Apê Mûsa ne. Em li dijî zext û astengiyan serî natewînin.”
Zextên desthilatdariyê yên li ser çapemeniya azad roj bi roj girantir dibin. Di salên dawî de saziyên çapemeniya azad gelek caran hatin girtin û bi dehan rojnameger hatin girtin û binçavkirin, alavên wan hatin desteserkirin.
Rojnameger Bêrîtan Canozer di 2014’an de di Ajasan Nûçeyan a Jinê (JINHA) de dest bi rojnamegeriyê kir. Di 16’ê Kanûna 2015’an de dema li Sûrê ya Amedê nûçe dişopand hat binçavkirin û girtin. 4 mehan girtî ma û di rûniştina ewil de hat tahliyekirin. Bêrîtan Canozer ku di JINNEWS’ê de faliyetên xwe berdewam kir di 25’ê Nîsana 2023’yan de hat binçavkirin û girtin. Du mehan girtî ma û hat tahkliyekirin.
Bêrîtan Canozer ku heta niha 2 caran hat girtin, 7 caran hat binçavkirin, der barê wê de 13 lêpirsîn hat vekirin. 10 heb veguherîn dozê. Herî dawî Dadgeriyê ji dosyaya ‘propagandaya rêxistinê’ der barê wê de salek, 10 meh ceza erê kir û di 2016’an de di dosyaya bi HAGB'ê encam bû jî ji nûve darizandinê dest pê kir.
‘Zîhniyet di neguhertinê de israr dike’
Bêrîtan Canozer ku bi salan e hedef tê girtin wiha got: “Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku bi hikûmeta AKP’ê dest pê kiriye. Di salên 90’î de xebatkarên çapemeniya azad hedef hatin girtin û belavkarên rojnameyan hatin qetilkirin. Dema Apê Mûsa hat qetilkirin hêj hikûmeta AKP'ê nebû. Lê di wê rojê de zîhniyeta hikûmeta AKP’ê jî hebû. Ev zîhniyeta ku bi salan e em têdikoşin jî ev e. Ev ne şerê li dijî partiyeke siyasî û hikûmetê ye. Li hemberî vê zîhniyeta faşîst e. Ew zîhniyeta faşîst îro jî xwe ferz dike. Partî, serok, wezîr û qanûn diguherin, lê destwerdanên li dijî çapemeniya azad, astengî, êrîşên li ser gelê Kurd û komkujî nayên guhertin.”
Polîtîkayên astengkirinê
Bêrîtan Canozer daxuyakirin ku ji salên 90’î heta niha polîtîkayên li ser Kurdan û çapemeniya azad neguherîne û wiha vegot: “Ya ku dewlet hedef digire ji rojnamegeriyê wêdetir, têkoşîna hebûn-tinebûnê, nasname û ziman a gelê Kurd e. Ya ku dikare dengê gelê Kurd bide bihîstin çapemeniya azad e. Ji ber vê yekê em her tim dibin hedef. Ji bo manîpulekirina gel her tiştî dikin. Di vê demê de, em di pozîsyona têkoşîna li dijî wan de ne. Dema em li 20 salên dawî dinêrin, polîtîkayeke tund a êrîş û astengkirinê tê meşandin. Piştî sala 2015’an ajans hatin girtin, bi dehan hevalên me li gel wî hatin girtin. Bi dehan operasyon li me hatin kirin. Di meha dawî de 15 hevalên me hatin girtin. Ev ne jimareke kêm e. Ev tê wateya girtina 14 rojnamegeran a di nava mehekê de; Tê wateya hewldana jiholêrakirina çapemeniya azad. Ma em ê winda bibin? Helbet na. Ji ber ku piştî her hevalekî me yê ku tê girtin an jî tê qetilkirin bi dehan kes tên û pênûsa wan digirin. Ev hikûmet dema xwe winda dike."
‘Em serî natewînin’
Bêrîtan Canozer got ew hemû bên girtin jî ciwanên ku qet rojnamegeriyê nizanin wê derkevin kamera û pênûsê li erdê nehêlin û wiha got: “Ev keneşopiyeke. Ev îradeya generalbûna Apê Mûsa ye. Hesabên me hemûyan hatin astengkirin, girtin. Lê yên nû tên vekirin. Li me doz tên vekirin. Lê em serî natewînin. Em şûnde gav navêjin, luksek me ya wisa tuneye. Di çend mehên dawî de jî hevalên me li Rojava hatin qetilkirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Lê em şûnde gavê navêjin, serî natewînin. Em nivîsandinê didomînin. Tu tişt ne hinceta şûnde kişandinê ya gavên me ne.”
Girîngiya çapemeniya azad
Bêrîtan Canozer daxuyakirin ku di mijara teşîrkirina polîtîkayên şerê taybet de çapemeniya azad di cihekî girîng de cih digire û wiha got: “Doza Îpek Er nehatiba şopandin, em neketibana pey dozê wê wek întîxarek normal biketa qeydan. Em li hemû mirinên jinan biguman dinêrin û dikevin pey. Di encamê de jî ya derdikeve holê zîhniyeta serdest a mêr, zextên dewletê ne. Em dengê bindestan didin bihîstin. Em polîtîkayên dewletê teşhîr dikin. Em şahidên wan e. Em dibin dengê wan. Têkoşîna me ji bo vê ye. Bi saya çapemeniya azad polîtîkayên li Kurdistanê tên meşandin tên teşhîrkin. Îradeya gelê Kud hedef tê girtin. Ez gelek caran hatim binçavkirin. Hatim girtin. Doz û lêpirsîn hatin vekirin. Ji dosyayên ku ji 7 salan heta 15 salan hatim darizandin hebûn. Di şexsê gelê Kurd de çapemeniya azad tê hedefgirtin. Hewl didin me bêdeng bikin. Çapemeniya azad bêdeng nema û wê bêdeng nemîne.”