Semsûr du sal in kavil e
- 09:04 2 Sibat 2025
- Rojane
Derya Ren
SEMSÛR - Tevî du sal di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû re derbas bû li Semsûrê hîna bandora erdhejê tê dîtin û ji ber bajar ji nûve tê avakirin rîska bajarvaniya bêplan jî dertê holê.
Di ser erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 10 bajaran kir de 2 sal derbas bû. Yek ji bajarê ku piştî Mereş û Hatayê herî zêde bi bandor bû Semsûr bû. Xebatên rakirina kavilan hîn domin û hîna gelek kavil nehatine rakirin, avahiyên bi xisar nehatine hilweşandin. Di nava du salan de welatiyên ku hîna nehatine bicihkirin hene û her wiha ji ber xeteriyê mirov bi nexweşiyan re tên rû hev.
Her wiha ji ber bajar ji nû ve tê avakirin, rîska bajarvaniya bêplan jî dertê holê. Jinên Semsûrê ji ajansa me re axivîn.
Banga çareserkirina pirsgirêkan
Nûnera Odeya Endezyarên Înşatê ya TMMOB’ê Îpek Atay got li gorî daneyên fermî 63 hezar û 844 avahiyan xisar dîtiye û hatine hilweşandin û got: “Ligel vê TOKÎ 38 hezar û 26 heb avahî çêdike. Di çarçoveya ji nûve veguhestinê de bi kredî û hîbeyên ji bo welatiyan 11 hezar û 654 avahî tên çêkirin. Pêvajoya erdhejê de dadgeh pir hêdî pêş ketin. Divê ev pêvajo bi lez bên meşandin. Hîna 115 hezar kes di konteyniran de dijîn divê pirsgirêk bên çareserkirin.”
Plana Îmarê
Îpek Atay wiha dirêjî dayê: “Hilweşîn hîna dodmin. Plana îmarê ya ji bo Semsûrê dê ji aliyê wezaretê ve bihata amadekirin. Lê belê piştî 6 mehan ev pêvajo radestî şaredariyê hat kirin. Rêveberiya Şaredariyê ya berê jî li gorî plansaziya kevin a herêman tevgeriya. Li Semsûrê wêrankirina qadên parastinê hê jî didome. Li aliyekê qata zemînê + 4 qatî, li aliyê din jî heta 9 qatan avahî bên çêkirin, divê pêşî li vê bê girtin.”
Îdiaya ku xanî bi torpîlê tên dayîn
Zelîha Dogan jî da zanîn ku pêvajoya ewil a erdhejê de di konteyniran de mane û wiha bi lêv kir: “Em di konan de riswa bûn. Min cenazeyên gelek xizmên xwe yên bê can piştî rojan ji bin kavilan derxistin. Ji ber ku rayedaran alîkarî neanîn. Min jina xwe di erdhejê de winda kir. Welatên din ew qas alîkarî şandin. Em nizanin ew alîkarî çûye ku derê. Ji me re jî nehat. Rewşa me diyar e, em hê jî li cihekî nîv kon, nîv konteynir dijîn. Ez ji sibê heta êvarê li nexweşxaneyê karê paqijiyê dikim. Ger ez neçim wê nekare. Piştî erdhejê Semsûr veguherî cihê bertîlê. Piraniya xaniyên ku hatine dayîn hatine dayîn. Tevî du sal derbas bûye tu pêşketin tu gav nehatiye avêtin. Min erdhejê de 38 xizmên xwe winda kir. Ez çawa bêjim. Tu alîkariyek tuneye. Parlamenter tên, Walî tên lê me tu fêdeyek wan nedîtin.”
‘Cihekî din em biçin tune ye’
Yildiz Lale jî daxuyakirin ku tevî 2 sal derbas bûye di konteyniran de dijîn û wiha bi lêv kir: “Em jî nizanin çi bikin. Ji ber ku konteynir teng e em zehmetiyan dikişînin. Lê tu cihê ku em herin din tune. Di van du salên dawî de me çi dît û çi nedît? Me bi rojan nan nedidît ku em bixwin, me ava vexwarinê nedît.”
Em hatin jibîrkirin
Tulay Karaagaç jî destnîşan kir ku ew di konteynirên 21 metre kare de dimînin û hîna xaniyên wan nehatine teslîmkirin û got: “Em di qonaxeke dijwar de derbas dibin. Pirsgirêkên tenduristiyê hem ji ber piçûkbûna konteynir û hem jî ji ber xwezaya wan a plastîk dest pê kir. Ji welatên din ewqas alîkarî hat, lê tu alîkarî ji me re nehat. "Di çend mehên ewil ên erdhejê de mirov hebûn, lê paşê em ji nişka ve hatin jibîrkirin."