Îddianemeya rojnamegeran hat amadekirin
- 23:31 27 Çile 2025
- Rojane
STENBOL – Di îdianameya der barê 7 rojnameger, 2 siyasetmedar û 1 xwendekarê zanîngehê de ku ji ber beşdarî daxuyaniya ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bûbûn de hilgirtina wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn sûc hat dîtin.
Rojnameger bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapxaneya Tirkiyeyê (DÎSK Basın-Îş) de li qada Şîşhane ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin hatin gel hevdu. Di dema daxuyaniya polîsan êrîşî daxuyaniya ku nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê û 59 kes binçav kirin.
45 kesên hatin binçavkirin piştî karên ewlehiyê hatin berdan, 14 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Serdozgeriyê ji 14 kesan 5 kes bi daxwaza kontrola edlî û 9 kes jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" û "binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanê ya hejmara 2911" sewqî dadgehê kirin.
Ceza tê xwestin
Heyeta dadgehê di 22'ê Kanûna 2024'an de bi heman hincetê biryara girtina 7 rojnameger û 2 siyasetmedaran da. Hate hînbûn ku îdianameya rojnamegerên ku zêdeyî mehekê girtî ne, hatiye amadekirin.
Hilgirtina wêne sûc hat hesibandin
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Hacî Ugîş, Îmam Şenol, Can Papila, Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Serpîl Unal, Pinar Gayip wêneyên rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hilgirtine.