Êrîşên li dijî Tişrînê li Duîsburgê hat şermezarkirin
- 18:34 18 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Tişrînê li bajarê Duisburgê hat şermezarkirin.
Li bajarê Duisburg a Almanyayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Tişrînê çalakî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ser banga DKTM ya Duisburgê û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel, ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê ên li ber çavê cîhan pêk tên şermezar bikin, li ber Gara Trenê ya Navendî ya Duisburgê li hev civiyan.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û DKTM'ê ya Duisburgê axaftin hatin kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe dijwartir dibin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, binesaziyên jiyanî û navendên stratejîk ne tenê jiyana sivîlan, aramî û aştiya herêmê jî dixe xeteriyê.Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî jî hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bêdengiya navneteweyî wêrekiyê dide Tirkiyeyê. Pêwîst e saziyên weke Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih bînin û êrîşan rawestînin, sivîlan biparêzin û alîkariyên mirovî bidin. Her wiha divê der barê sûcên şer ên Tirkiyeyê de lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin. dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike. Windakirina Rojava windakirina Kurdan e. Divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide”.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPJ-YPG’ê”, "Bijî berxwedana QSD’ê”, "Jin Jiyan Azadî" û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.