Kurdîgehê belgeyên xwendekarên xwe danê

  • 21:49 18 Çile 2025
  • Rojane
WAN - Kurdîgehê bi bernameyekê belgeyên xwendekarên xwe yên qursa Zimanê Kurdî qedandibûn danê.
 
Di bernameya li Navenda Çanda Kurdîgeh a Hacibekîrê pêk hat de, belgeyên xwendekarên ji qursa zimanê Kurdî mezun bûn danê. Di bernameya ku pankartên “Her dem Kurdî  her der Kurdî,” "Kurdkî her ca de Kurdkî”, “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin” hatin daliqandin de, Rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên Wanê, hevşaredarên bajarê mezin yên Wanê û navçeyan, meclîsa dayikên aştiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine(MEDYADER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan(TUHAY-DER) û gelek kes tevli bûn.
 
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre hîndekarê Kurdîgehê Cemîl Arman axivî û got ziman hebûna gele û divê her kes ji bo ziman berxwe bide û her derê bikin Kurdîgeh.
 
Piştî sînevîzyona hat nîşandan belgeyên xwendekarên qurs temam kiribûn hatin dayîn. Bername bi konser û govenê bidawî bû.