Berxwedêrên Bendava Tişrînê: Em ji bo av û axa xwe li vir in

  • 09:07 18 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku ji Kobanê ji bo parastina Bendava Tişrinê hatin gotin: "Divê bê zanîn em ê li ber xwe bidin û berxwedan jiyan e. Axa me ye, ava me ye, ceyrana me ye û welatê me ye. Kes nikare welatê me ji destê me bigire. Em ê heta dawiyê li vir bin."
 
Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişî Bendava Tişrînê dikin. Di van êrişan de rojnameger, tenduristvan û parastvanên mafan jî di nav de 11 sivîl hatin qetilkirin û 61 kes jî birîndar bûn. 
 
Di 19'ê Kanûna 2024'an de li Bendava Tişrînê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û Cîhan ên nûçe dişopandin bi balafirê bêmirov ê bombebarkirî hatin qetilkirin. Cardin li heman herêmê di 16'ê Çileyê de rojnamevan hedef hatin girtin. Nûçegihan Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê çapemeniyê Dijwar Elîşêr birîndar bûn. Rojnamevan Ciwana Cûma ku li herêmê ji bo Ronahî TV’ê nûçe çêdike, bi rêya medyaya dijîtal gefa êrişên SÎHA’yê lê hat xwarin. Rojnameger ligel hedefgirtinê di nav şert û mercên dijwar de hewl didin bibin dengê berxwedêrên Bendava Tişrînê. 
 
Berxwedana li Bendava Tişrînê ligel êrişan didome. Jinên ku ji Kobanê ji bo parastina Bendava Tişrinê hatin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
‘Serkeftin a me ye’
 
Cîhan Mistefa ji Kobanê berê xwe da ye Bendeva Tişrînê û tevlî berxwedêran bûye wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em ji bo parastina Bendava Tişrînê hatin. Dema em di rê de bûn êrişê li me kirin. Erebeyên me hedef hatin girtin. Şêniyên di erebê de heyî hedef hatin girtin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî paşve gav navêjin, em hatin û em li vir in. Em ji bo parastina xwe û parastina ava xwe hatin li vir. Dewleta Tirk dixwaze carekdin çeteyan bîne û li vir bi cih bike. Bila Dewleta Tirk bizane em tu carî paşve venagerin û em li pişt şoreşa xwe ne. Ew tu carî li vir bi ser nakevin. Serkeftin a me ye.”
 
‘Kes nikare welatê me ji destê me bigire’
 
Hîva Reşo koçberê Girê Spî ye û tevlî berxwedana li BendavaTişrînê bûye û wiha axivî: “Em ji bo axa xwe, ji bo ava xwe û ji bo keda xwe hatin li vir. Ji bo parastina axa xwe em hatin. Em ji bo xwişk, bira û zarokên xwe hatin. Divê em nehêlin ku dewleta dagirker carekdin DAIŞ’ê li ser axa me bi cih bike. Em 3 roj in bi coşek mezin li vir in. Dewleta dagirker sivîlan hedef digire. Em ligel êrişan birîndarên xwe radikin û carekdin bi moreleke xûrt berxwedana xwe didomînin. Divê bê zanîn em ê li ber xwe bidin û berxwedan jiyan e. Axa me ye, ava me ye, ceyrana me ye û welatê me ye. Kes nikare welatê me ji destê me bigire. Em ê heta dawiyê li vir bin.”
 
‘Em ê heta deqa dawiyê jî li vir bin’
 
Bêrîvan Cuma ji Kobanê tevlî berxwedanê bûye û wiha hest û ramanên xwe anî ziman: “Îro rojame ye 3’yan e em li Bendava Tişrînê ne. Ji roja destpêke heta îro êrişê gel hat kirin. Di rê de hevalên me şehîd ketin û birîndar jî bûn. Dewleta Tirk bi êrişan xwe diyar dike. Bi teyareyên xwe hat gel hedef girt û hewl dide ku tune bike. Ne tenê Gelê Kurd, hemû gelên ku li ser vê axê dijîn hatin hedef girtin. Lê gelê ku îro berê xwe da li vir jî berxwedana wan diyar e û li ber çavan e. Kesek nikare îrada vî gelî bişkîne. Ligel top û teyareyên wan ên ser serê me em ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Erebeyên ku hedef hatin girtin ên sivîlan e. Sivîlên ku hatin ji bo parastina bendava xwe, ji bo parastina axa xwe hatin û bûn hedef. Av ne tenê ya kurdan e, ava giştî ya Sûriyê ye. Lê Sûriye çavê xwe li hemberî êrişan girtiye. Ev der dê Dewleta Tirk û çetewên wê re bibe gor. Tu carî nikarin îradeya vî gelî bişkînin. Ligel em niha birîndar in jî em têdikoşin û em li ber xwe didin. Em carek din dibêjin berxwedan jiyan e. Em li pişt QSD’ê ne. Gel li vir e û em ê wan biparêzin. Gelê li vir dê rê nede ku Dewleta Tirk û çeteyên wê li Bendava Tişrînê bi ser kevin. Heya deqa dawiyê em ê li vir bin."