HDK û pêkhateyên wê: Ne temaşevan em kirde ne

  • 09:06 18 Çile 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - HDK û pêkhateyên wê kampanya "Ji bo aştiyê mîlyonek îmze" dan destpêkirin û der barê kampanyayê de agahdarî kirin. HDK û pêkhateyên wê diyar kirin ku aştiyek bi rumet dema ku civak bibe kirde wê bê avakirin û divê hemû aliyên civakê îmzeya xwe li alî aştiyê bavêjin.
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê kampanya "Ji bo aştiyê mîlyonek îmze" di 16’ê Çile de dan destpêkirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û nûnerên pêkhateyên HDK’ê der barê mijarê de axivîn.
 
‘Ji bo mayîndebûna aştiyê em ketin rê’
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku  wek HDK ji bo di mijara banga aştiyê de bibin alî, aştiyê ji civakê re vebêjin û mayînde bikin ketine vê rê û got: “Çarçoveya kamkampanyayê de em ê rojên pêş de xebatan bimeşînin. Mijara aştiyê hewcedariya civaka Tirkiyeyê ye. Bêguman divê di zemînek demokratîk, adîlane de pêk bê. Divê zimanê aştiyê bê bikaranîn. Tiştên li Tişrînê pêk tên, tayînkirina qeyûman ne li gorî vê pêvajoyê ye. Ji bo aştiyê divê tevlibûna civakê hebe û bawerî hebe.”
 
‘Abdulla Ocalan ji berê de aştiyê dixwaze’
 
Meral Daniş Beştaş balkişand ser peyama ji 7 xalan pêk tê ya Abdullah Ocalan û got ev 7 xal ji bo aştiyê rê û rêbaz nîşan didin û wiha bi lêv kir: “Bi birêz Ocalan re hevdîtina ewil hat kirin. Divê ya duyem jî bê kirin. Balkişand ser veguhestina demokratîk a xurt. Abdullah Ocalan ji bo vê axê ji berê de aştiyê dixwaze. Ji 93’yan het aniha agirbestê diparêze. Divê şert û mercên Birêz Ocalan bê avakirin ku aştiyê bihûne. Ev jî ji azadiya fîzîkî derbas dibe. Tecrîd rêbaza îşkenceyê ye. Tecrîd nehatiye şikandin. Me kampanya destpêkirin. Divê her kes vê kampanyayê îmze bike.”
 
‘Em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) Tulay Korkutan jî balkişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandinê û got hewce bi bilindkirina dengê aştiyê heye. Tulay Korkutan balkişand ser kampanyayê û wiha vegot: “Yek ji sernavên girîng ya kampanyayê bilindkirina têkoşîna ked û aştiyê ye. Aştî ji bo hemû aliyên civakê ferze. Divê pêk bê. Em ê têkoşîna xwe li her derê bilind bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Aştî ferz e. Divê her kes îmzeya xwe bavêje.”
 
Pirsa ‘aştiyeke çawa?'
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Keskan Dîdem Goçer jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya "Ji bo aştiyê mîlyonek îmze" û daxuyakirin ku divê aştiyek bi rumet demildest pêk bê. Dîdem Goçer wiha berdewam kir: “Divê her kes xwedî li kampanyayê derkeve. Em aştiyê dixwazin. Em şatiyeke li alî kedkar, karker, bindest û hemû baweriyan dixwazin. Em banga xwedîderketina kampanyayê li hemû aliyan dikin.” 
 
‘Em kirdeyên kampanyayê ne’
 
Kordînatora Partiya Sosyalîst (SOLDEP) ya Stenbolê Doga Teknecî jî wiha anî ziman: “Armanca kampanyayê ev e ku bi hemû aliyan bê bihistin ku aştî ferz û hewcedariye. Her kes bi aştiyê wê biserkeve.Ev bi rawestandina pevçûnan nabe heman demê de divê her kes li hember hev rêzdar be. Em jî kirdeyên vê kampanyayê ne. Em dixawzin ji bo aştiyê gav bê avêtin. Em her kesî vexwendiyê kampanyayê dikin.”