Li Amedê ji bo Bendava Tişrînê piştgirî

  • 17:07 17 Çile 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê der barê êrîşên li ser bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku sûcê şer tê kirin û hat gotin ku jiyana bihev re divê nebe qurbanê polîtîkayên erzand.
 
Saziyên demokratîk yên Amedê, der barê êrîşên li hember Bendava Tişrîn û hedefgirtina sivîl û rojnamegeran de li ber AZC Plaza ya taxa Ofîs a Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da.Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu, Serhat Eren, rêveberên navend û navçeyan yên DEM Partiyê, hevşaredarên Amedê û navçeyên wê tevli bûn. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Berxwedan jiyane”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Biji berxwedana Tişrine”  berzkirin.
 
‘Dixwazin kaosê giran bikin’
 
Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn daxuyanî xwend û got: “Dawî li dîktaroriya Sadam hat. Heman rewş li Sûriyeyê hat jiyîn desthilatdariya Baas hilweşiya. Bi dehan salane gelan tînin hember hev û li hev sor dikin. Kurdan bênasname dihêlin. Beriya 2011’ê bi hezaran Kurd bûn qurbana rejîma Baas û piştî vê bi bihara Ereban re pêvajoya destpê kir bi hilweşîna rejîmê berdewam kir. Niha dixwazin kaosê giran bikin.”
 
‘Sûcê şer tê kirin’
 
Abbas Şahîn daxuyakirin ku tevî Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê cihekî ku her kes bi aştiyane dijî jî çete û alîgirên wan êrîş dikin û komkujiyan dikin. Abbas Şahîn wiha bi lêv kir: “Xebatkarên çapemeniya azad hedef tên girtin. Rojnameger tên qetilkirin.  Her ku em dibêjin em bi hev re bijîn ew şer gur dikin û sûcên şer dikin.Jiyanê nekin qurbana polîtîkayên erzan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.