Di bombebarankirina Eyn Îsayê de 3 zarok birîndar bûn
- 20:42 17 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê Eyn Îsa bombebaran kir. Ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn.
Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê bi çekên giran gundên rojavayê Eyn Îsa û Girê Spî bombebaran kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di êrîşê de Wargehên Zenoba, Nahît, Sebaa Cefer û Eyn Îsa bi hawan û topan hatin bombebarankirin.
Di encama êrîşa li derdora Eyn Îsayê de ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar bûn wiha ne: “ Mehmûd Casim Ebîd (3), Buşra Casim Ebîd (16) û Îsmaîl Casim Ebîd (14).
Hat hînbûn zarokên birîndar bûne rakirine nexweşxaneya Eyn Îsayê.