Li dijî tundiya li hember jinê xebata hişmendiyê

  • 18:19 16 Çile 2025
  • Rojane
AMED - Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatî ya Şaredariya Bismilê li kahwexaneyan bi armanca balê bikşînin ser tundiya li ser jinan xebatên hişmendiyê da meşandin.
 
 Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatî ya Şaredariya Bismil a Amedê, di çarçoveya kampanyaya ‘gotina me neqedya, em ê bi hev re tundiyê bidin rawestandin’ bi tevlibûna hevşaredar Mizgîn Ekîn û endamên jin yên meclîsa şaredariyê li kahwexaneyan bi armanca balê bikşînin ser tundiya li ser jinê xebata hişmendiyê da meşandin. Li kolana îstasyonê li kahwexaneyan geriyan.
 
Hevşaredar Mizgîn Ekîn di serdanê de axivî û da zanîn ku tundiya li ser jinê pirsgirêkek civakiye û ji bo tundÎ bidawî bibe divê jin mêr bi giştî berpirsyariyê bigirin ser xwe. Di çarçoveya xebatê de afîşên ‘Wekhevî bi ziman dest pê dike’; werin em bi hev re zimanê xwe biguherînin’ hatin daliqandin.