Malbata Rojîn Kabaîş ji nûve îfade da
- 20:55 16 Çile 2025
- Rojane
AMED - Malbata Rojîn Kabaîş ya li Wanê winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin, carek din îfade da.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de li Wanê winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hatibû dîtin. Malbata wê cara duyemîn îfade da.
Bi daxwaz û talîmata SErdozgeriya Komarê ya Wanê ku ji bo lêpirsînê nû hatiye peywirdarkirin, li Edliyeya Amedê malbata Rojîn Kabaîş li ser Pergala Deng û Dîmen a Ragîhandinê (SEGBÎS) îfade dan.Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî tevli îfadeyê bû. Sê xwişk, dê û bavê Rojînê ji nûve îfade dan.
Malbatê daxwaz kir ku lêpirsîn bi hemû aliyan careke din bê lêpirsîkirin û hemû guman bên ronîkirin.