Li Reqayê berxwedêrên li Bendava Tişrînê hatin silavkirin

  • 15:16 16 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Reqayê bi meşekê berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir û got "Em hemû QSD ne. Sûriye dê bi ser keve."
 
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca silavkirina berxwedana li Bendava Tişrînê û piştgiriya QSD'ê meşek li dar xist.
 
Şêniyan bi hildana alên QSD'ê û wêneyên pakrewanên berxwedana Bendava Tişrînê û bi vekirina pankartên "Em hemû QSD ne", "QSD rûmeta me ye" ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Kendal dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD'ê ya li Bendava Tişrînê hatin berzkirin.
 
Meş li Qada Jina Azad sekinî. Li wir bi endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Asya El Elî axivî û got: "Em jinên Zenûbiyayê dengê xwe bilind dikin da ku ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku em erd û nasnameya xwe diparêzin û xewna xwe ya siberojeke azad û demokratîk bikin rastî."
 
Asya El Elî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bê bêdengiya xwe derfetê didin Tirkiye da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil bike û binesaziya wê wêran bike.
 
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî şahida êrişa duh a dewleta Tirk li ser nobedarên li Bendava Tişrînê bû û got: "Tevî êrişan jî me çûn Bendavê û 3 şevan li wir man. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişan xwe me bitirsîne û me ji biryardariya me paşve vegerîne. Lê em teslîm nebûn. Ji vir ji kantona Reqayê em hezar silavan ji berxwedêrên li eniyan re dişînin. Em ji wan re dibêjin em hemû QSD'ê ne û Sûriye dê bi ser bikeve."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina QSD'ê bi dawî bû.