'Ya hedef tê girtin nasnameya jinê ye'

  • 09:05 16 Çile 2025
  • Rojane
WAN - Meryema Aslan derbarê êrişên li hember Rojava axivî û got êriş li hemberî modela jiyana hatiye avakirinê ye û got: “Jin û zarok di hedefê de ne. Jin ji ber daxwaza azadî û fikrên xwe bi xetereyek cidî re rû bi rû ne.”
 
Piştî hilweşîna rejîma Baas ya li Sûriyeyê HTŞ’ê rêveberî kir bi kontrola xwe û hawira şer û êrişên li welat didomin. Li Rojava li hember modela jiyana hatiye avakirin û şoreşa jinê êriş didomin. Yên herî zêde zirarê dibînin jî jin û zarok in.
 
Endama Komeleya Jinan a Star a Wanê Meryema Aslan derbarê êrişên li hember Rojava axivî.
 
‘Şer tundiya psîkolojîk bixwe re tîne’
 
Meryema Aslan da zanîn ku bi şer re tundiya psîkolojîk jî zêde bûye û wiha got: “Yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in. Jin di hawirên şer de bi destdirêjiyê re tên rû hev û êşên mezin dijîn. Şer bi tundiya fîzîkî sînor namîne. Ya psîkolojîk jî bixwe re tîne. Bi jin û zarokan re travmayên mezin dertên holê.”
 
‘Travma bandor li pêşerojê dikin’
 
Meryema Aslan di berdewamiyê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Şer mirovan ji deretên tenduristî û perwerdê bêpar dihêle. Ya herî xerab jî zarok ji qadên lîstika xwe bêpar dimînin. Ji ber vê travmayên şer bandorek mezin li ser jiyana zarokan dikin. Zarok ji be travmayên şer eleqe nîşanê çekan didin û hestên tolgirtinê dikarin pêş bikevin.”
 
‘Em ji têkoşîna Rojava îlhamê digirin’
 
Meryema Aslan daxuyakirin ku di seranserê dîrokê de jinên ji bo wekheviyê têkoşîn dane hedef hatine girtin û wiha bi lêv kir: “Di vê sedsalê de têkoşîna jinan a li Rojava mînaka herî mezine. Têkoşîna jinên li Rojava deng da û ji bo jinên cîhanê bû mînak. Li Rojava bi xeyala jiyanek azad, wekhev û adîlane jiyanek hat avakirin. Vê li cîhanê deng da. Hemû kes dizanin ku bi hêza jinan demokrasî dikare pêk bê. Em ji têkoşîna jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê berxwedan îlhamê digirin.”
 
‘Divê qadên xebatê bên berfirehkirin’
 
Meryema Aslan diyar kir ku divê hemû saziyên navneteweyî li dijî êrişan û şer dengê xwe bilind bikin û wiha bi lêv kir: “Ji ber ev şer tenê li Rojava sînro namîne. Wê herêman bike bin bandora xwe. Divê qadên xebatê bên berfirehkirin. Jinên Kurd têkoşîna jinan pêşvebiriye. Divê têkoşîna jinan hîn bêtir pêş bikeve. Ji bo vê jî divê hemû aliyên civakî bi hev re tevbigerin.”
 
‘Nasnameya jinan hedef tê girtin’
 
Meryema Aslan wiha dawî lê anî: “Qetilkirinên jinan tenê li hember jinên Elewî an jî Kurd nayên kirin. Ya hedef tê girtin asnameya jinane. Ji ber em êdî nikarin şînê jî bigirin. Êdî he roj jin tên qetiklirin. Şîna yekê naqede ya din destpê dike. Şoreşa jinan a li rojav aji bo jinan hêviye. Jin bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Li dijî vê divê hemû aliyên civakî bikevin tevgerê.”